Li Antalyayê agir bi daristanê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kemerê ya Antalyayê agir bi daristanê ket û hewl tê dayîn ku agir bê vemirandin.

Li Taxa Goynuk Degirmendereyê ji ber sedemeke nediyar li daristanê agir derket.

Ekîbên Rêveberiya Herêmî ya Daristanan a Antalyayê çûn cihê şewatê û bi tankerên avê û wesayîtên ji bo rewşên awarte hewl didin agir vemirînin.

Qaymeqamê Kemerê Huseyîn Çam, derbarê hewlên vemirandina agir de ragihand ku ew hewl didin agir ji bejahiyê vemirînin.

“Agir nêzîkî cihûwarên jiyanê nebûye”

Huseyîn Çam da zanîn ku di serî de Parêzgarê Antalyayê Ersîn Yazici, hemû rayedar li herêmê ne û wiha got: "Şewat ne nêzîkî cihûwarên jiyanê ye lê em dîsa jî herêmên birîsk tesbît dikin û tedbîrên hewce werdigirin. Heta niha cihek nehatiye valakirin."

Şaredarê Kemerê Necatî Topaloglu jî diyar kir ku şewata li Taxa Degîrmendereyê dest pê kiriye her ku diçe belavtir dibe.

Hewla vemirandina agir berdewam e

Parêzgarê Antalyayê Ersîn Yazicioglu jî eşkere kir ku doh bi şev di saet 21.08an de li Taxa Goynuk Degirmendereyê şewatê dest pê kir û heta niha hewl tê dayîn ku agir bê vemirandin.

Cîgirê Wezîrê Çandinî û Daristanan Veysel Tiryakî û Cîgirê Wezîrê Karên Navxwe Munîr Karaoglu jî li herêmê geriyan û ji rayedaran agahî standin.