Kurtulmuş ji bo komîsyonê navê endaman xwest
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, bi awayekî fermî ji partiyan xwest ji bo komîsyona ku dê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de were avakirin endamên xwe diyar bikin.
Partî divê heta 31ê Tîrmehê navên endamên xwe bişînin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ji partiyên siyasî yên ku di parlamentoyê de komên wan hene xwest ku heta pêncşemê, (31ê Tîrmehê) saet 17:00an navên endamên xwe yê dê tevlî komîsyonê bibin diyar bikin.
Hat zanîn ku dê komîsyon dê ji 51 endaman pêk were.
Li gorî vê ji CHPyê 10, ji DEM Partiyê 4,ji MHPyê 4, ji ÎYÎ Partiyê 3 ji Partiya Rêya Nû 3 û ji AK Partiyê 21 endam hatine xwestin.
Tê payîn ku parlamenterên serbixwe jî bi endamekî bên temsîlkirin.
Hat destnîşankirin ku komîsyon dê ne bi yasa lê bi biryara Serokatiya Parlamentoyê were avakirin û dê biryarên xwe bi piraniya nîsbî bide.
Li ser navê komîsyonê hîn lihevkirinek çênebûye. DEM Partî dixwaze peyva "aştî û demokrasî" teqez di navê komîsyonê de cîh bigire.
Komîsyon, tevî ku parlamento bikeve betlaneyê jî, dê xebatên xwe bidomîne.
DEM Partiyê berê diyar kiribû ku dê endamên wê yên komîsyona pêvajoyê Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç, Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek û Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaşê pêk werin.
Divê were gotin ku ÎYî Partiyê ragihandibû ku dê tevlî komîsyonê nebe.