Hejmar diyar bûn: Kîjan partî çend endaman dide komîsyonê?

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona pêvajoyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê ji 51 kesan pêk were û hejmara endamên partiyan diyar bû.

Komîsyona ku dê ji bo pêvajoyê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin, dê ji 51 endaman pêk were.

Bi îmzeya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ji serokatiyên komên AK Partî, CHP, DEM Partî, MHP, ÎYÎ Partî û Rêya Nû, HUDA PAR, Partiya Yenîden Refahê, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), EMEP, DSP û DPyê re nivîsek hat şandin.

Di nivîsê de hat diyarkirin ku dê ji bo pêvajoya çareseriyê di bin sîwana Parlamentoyê de komîsyonek were avakirin.

Di nivîsê de hat xwestin ku partî navên endamên xwe heta 31ê Tîrmehê (pêncşem) saet 17:00an ji Serokatiya Parlamentoyê re ragihînin.

Li gorî nivîsê hejmara endaman a li gorî partiyan wiha ye:

AK Partî: 21 endam

CHP: 10 endam

DEM Partî: 4 endam

MHP: 4 endam

ÎYÎ Partî: 3 endam

Partiya Rêya Nû: 3 endam

HUDA PAR: Endamek

Yenîden Refah: Endamek

TÎP: Endamek

EMEP: Endamek

DSP: Endamek

DP: Endamek