DEM Partî: Qonaxa guhdarîkirinê diqede û ya hiqûqê dest pê dike

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Komîsyon Qonaxa Duyem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku di xebatên Komîsyonê de qonaxeke nû dest pê dike.

DEM Partiyê derbarê xebatên Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku qonaxa yekem a ku tê de kes û saziyên ji beşên cuda hatin guhdarîkirin, ber bi dawîbûnê ve diçe.

Li gorî daxuyaniyê, xebatên Komîsyonê bi sala nû ya yasadanînê re dê derbasî qonaxa duyemîn a ku wekî "qonaxa hiqûqê" tê pênasekirin bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku qonaxa yekem a komîsyonê bi guhdarîkirin û dan û standina fikran derbas bûye û wiha hat gotin:

"Qonaxa yekem a xebatên komîsyonê bi dawî dibe û em nêzîkî dawiya guhdarîkirinan dibin."

Her wiha hat diyarkirin ku nêrîna sereke ya partiyê ya di vê pêvajoyê de ew e ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd neçarî ye.

Rojeva qonaxa duyemîn

DEM Partiyê da zanîn ku divê Komîsyon bi destpêkirina sala nû ya yasadanînê re li ser erkê xwe yê sereke hûr bibe.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Bi vebûna Parlamentoyê re, qonaxa yekem a ku em dikarin wekî qonaxa siyasî û civakî bi nav bikin dê cihê xwe ji qonaxa duyemîn re bihêle ku em wê wekî qonaxa hiqûqê pênase dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst