Cevdet Yilmaz: Eger pêwîst be ji bo çareseriyê yasa dê bên guhertin

25-09-2025
Nîşan Cevdet Yilmaz Komîsyona Pêvajoyê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz diyar kir ku eger pêwîst be ji bo çareseriyê dê yasa jî bên guhertin.

Cevdet Yilmaz behsa xebatên Komîsyon jî kir û got,"Di encama van xebatan de, eger pêwîstî bi sererastkirinên yasayî hebe dê bên kirin û înşall=ah em dê vê mijara terorê bi temamî ji rojeva welatê xwe derxin."

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê bi nûnerên hinek saziyên civaka sivîl ên Bakurê Kurdistanê re civiya.

Yilmaz di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Tirkiye di nava yekîtî û hevgirtinê de bi pêş bikeve û li hember lîstikên ji derve bisekine.

Wî da zanîn ku "teror" dijminê geşedan û demokrasiyê ye û got: "Di hawîrdoreke ku teror bi temamî ji holê rabûye de, dê demokrasiya me ji bo 86 milyonî hê xurtir bibe û maf û azadiyên bingehîn dê hêsantir bên jiyîn."

"Komîsyon dê pêşniyaran bike"

Cevdet Yilmaz bal kişand ser xebatên Komîsyonê û wiha domand:

“Li parlamentoya me niha Komîsyonek heye. Gelek baş kar dike. Ji bilî grûbeke parlamentoyê, hemû grûb û partî li wê derê ne. Berdewam guhdariya hemû aliyên civakê tê kirin.

Di encama van xebatan de Komîsyona me dê hinek pêşniyaran ji bo parlamentoya me bike.

Di çarçoveya van pêşniyaran de, eger pêwîstî bi sererastkirineke yasayî hebe dê ev bên kirin û înşalah em dê vê mijara terorê bi temamî ji rojeva welatê xwe derxin.

Li cihekî ku teror lê nebe, dê demokrasî û geşedan bihêz bibin. Teror dijminê geşedan û demokrasiyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst