Navenda Nûçeyan – Di navbera Tirkiye û Yanistanê de li Çemê Merîç belema koçberên ku dixwestin bi rêya qaçax derbasî Yûnanistanê bibe binav bû. Di belemê de 10 kes hebûn.
Li gor agahiyên berdest li Çemê Merîç, belema koçberên ku dixwestin bi rêyên deryasayî derbasî Yunanîstanê bibe noqî avê bû.
Di belemê de 10 kes hebûne û hin koçberên ketin avê, melevanî kirin û xwe gihandin Yunanîstanê û hin koçber jî di avê de winda bûne.
Koçberên ku bi melevaniyê xwe gihandin Yunanîstanê, hêzên ewlehiyê ji bûyerê agahdar kirine.
Piştî agahdarkirinê tîmên Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Tirkiyê (AFAD)û cendirmeyan li ser Çemê Merîç dest bi lêgerîna koçberên di avê de, winda bûn kirin.
Herwiha hat ragihandin ku ew herêma koçber pê re derbas bûne herêmeke taybet leşkerî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse