Erdogan: Dê hewl bidin pêvajoyê ji rê derxin
Stenbol (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya çareseriyê ya nû ya ku wekî “Tirkiyeya bê teror” bi nav dikin de axivî û got, “Em bi sebir in, em samîmî ne û em bi xwînsarî ber bi armancê ve dimeşin.”
Erdogan her wiha got, "Em bêguman hay ji wê yekê hene ku her ku em nêzîkî armancê dibin, dê operasyonên wan hêzên ku naxwazin welatê me vê meseleyê çareser bike û dixwazin pêvajoyê ji rê derxin, zêde bibin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di “Bernameya Girtina Hevdîtinên Sedsala Tirkiyeyê” de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya li herêmê û got:
"Em di serdemeke biêş re derbas dibin. Şer gefê li derdora me dixwin.
Ji Sûriyeyê heta Xezeyê, ji Kendavê heta şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, li ti derê hevsenngiyeke bê Tirkiye nayê danîn.
Êdî Tirkiyeyeke wisa heye ku hem li herêma xwe û hem jî li cîhanê gotina wê tê bihîstin û aştî û îstiqrarê hinarde dike.
Tirkiye bi gavên xwe yên bibiryar êdî dibe hêzeke cîhanî. Îro dema ku behsa aştî, aramî û îstiqrarê tê kirin, Tirkiye yekser tê bîra mirov.
Dema ku behsa dilovanî, rehm û edaletê tê kirin, ev miletê ezîz di hişan de zindî dibe."
"Em dê Tirkiyeya bê teror û herêmeke bê teror ava bikin"
Erdogan derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha axivî:
"Di rêya Sedsala Tirkiyeyê de, xala herî girîng ew e ku em welatê xwe ji belaya terorê ya nîv sedsalê rizgar bikin.
Şikir ji Xwedê re, me welatê xwe ji belaya terorê rizgar kir, ne wisa?
Înşalah em dê wekî 86 milyon kes dest bidin hev û rizgarkirina ji ridava terorê bidomînin, ne wisa?
Em bi sebir in, em samîmî ne û em bi xwînsarî ber bi armancê ve dimeşin.
Em bêguman hay ji wê yekê hene ku her ku em nêzîkî armancê dibin, dê operasyonên wan hêzên ku naxwazin welatê me vê meseleyê çareser bike û dixwazin pêvajoyê ji rê derxin, zêde bibin.
Bi îzna Xwedê em dê nekevin yek ji van xefikan jî. Bi çi hincet û sedemê dibe bila bibe, em dê bi gotinên wan kesên ku dixwazin nifaqê bixin navbera me nexapin.
Armanca me diyar e. Bi îradeyeke hevpar, em dê pêşî Tirkiyeya bê teror û piştre jî herêma bê teror wekî berhema xwe ya herî mayînde diyarî zarokên vî welatî bikin.
Hûn jî bûn şahidê atmosfera geşbîn a li qadê."