DEM Partî piştî hevdîtina bi Erdogan re li benda pêşnûmayasayê ye
Enqere (Rûdaw) - Desteya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê di civîna xwe de bipêşketinên derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê nirxandin.
Şandeya Îmraliyê dê 28ê Çiriya Pêşîn bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
DEM Partî li bendê ye ku piştî hevdîtinê, di rojên pêş de pêşnûmayeke yasayî ya têkildarî pêvajoyê were rojevê.
Desteya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê 23-24ê Çiriya Pêşîn di bin serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan de civiya.
Li gorî nûçeya nûçegihan ANKAyê Berfîn Bayirê, di civînê de pêşniyara yasaya budceya sala 2026an û rewşa siyasî ya Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku di roja duyem de jî rewşa pêvajoyê, çekdanîna PKKyê û tiştên ku ji bo yasayên nû dikarin bên kirin, hatin nirxandin.
Di civîna Desteya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê de kampanyayên ku dê li dijî Pêşniyara Yasaya Budceya sala 2026an a ku wekî "budçeyeke gelekî xerab" hat binavkirin jî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de pirsên wekî DEM Partî dê çawa çalakiyên xwe yên bi beşên civakî û sendîkayan re li dijî budceyê organîze bike û dê çi bike, hatin rojevê.
Hat ragihandin ku DEM Partî li bendê ye piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya roja sêşemê bi Erdogan re, di rojên pêş de "pêşnûmayeke yasayî" ya têkildarî pêvajoyê jî were rojevê.
DEM Partî dê 27ê Çiriya Pêşîn di civîna xwe ya Meclisa Partiyê (MP) devan mijaran binirxîne û pişt re encamnameyê bi raya giştî re parve bike.
Meclisa Partiyê dê ji bo pêkanîna kampanyaya li dijî budceyê Desteya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê erkdar bike û dê dema kampanyayê plan bike.