Komîsyon dê li ser hevdîtina Îmraliyê bicive
Hewlêr (Rûdaw) - Hat zanîn ku şandeya komîsyona pêvajoyê ya ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûbû Girtîgeha Îmraliyê, dê sibe agahiyan bide Komîsyonê.
Tê çaverêkirin ku notên şandeyê yên derbarê hevdîtina ku nêzîkî 3 demjimêran ajot bi komîsyonê re bên parvekirin.
Şandeya Komîsyona Pêvajoyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê pêk tê, doh ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.
Piştî serdana ku di encama dengdana 21ê Çiriya Paşîn a li Komîsyonê de pêk hat, Serokatiya Parlamentoyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li dû Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê, li gel daxuyaniyên li ser fesixkirina rêxistinê û danîna çekan, di çarçoveya pirsên li ser bicihanîna lihevkirina 10ê Adarê ya li Sûriyeyê de beyanên berfireh hatine wergirtin.”
"Encamên erênî hatin bidestxistin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Ji bo yekbûna civakî, xurtkirina biratiyê û bipêşvebirina pozîtîv a pêvajoyê ya li gorî perspektîva herêmî encamên erênî hatin bidestxistin.”
Şandeyê naveroka hevdîtina xwe ya bi Ocalan re pêşkêşî Serokê Parlamento û Komîsyonê Numan Kurtulmuş kir.
Hat zanîn ku hevdîtinê nêzîkî 3 demjimêran ajotiye. Tê çaverêkirin ku Komîsyon 26ê Çiriya Paşîn (sibe) bicive û notên serdanê bên parvekirin.
Endama şandeyê û Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ji Rûdawê re diyar kiribû ku serdaana wan a li Îmraliyê gelekî baş û erênî derbas bûye û got:
“Wekî şande em dê derbarê serdanê de agahiyan bidin Komîsyonê, em dê rasterast Komîsyonê agahdar bikin.”