Nagehan Alçi: MHP û AK Partiyê rîskeke dîrokî wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Nagehan Alçiyê derbarê serdana şandeya parlamentoya Tirkiyeyê ya Îmraliyê got, "AK Partî û MHPyê rîskeke gelekî girîng wergirt."
Şandeya Komîsyona Pêvajoyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê pêk tê, doh ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.
Rojnameger Nagehan Alçiyê ji Rûdawê re hevdîtina bi Ocalan re nirxand û diyar kir ku ev hevdîtin ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê "xaleke werçerxane" ye.
Nagehan Alçiyê diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê îradeyeke siyasî pêwîst e û got:
"AK Partî û MHPyê ji aliyê siyasî ve rîskeke gelekî girîng girtiye ser xwe.
Ji bo serkeftina pêvajoyên bi vî rengî divê rîskên wiha bên girtin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ew qasî kûr û mezin pêwîstî bi îradeyê heye.
Ez dixwazim hem AK Partiyê û hem jî MHPyê pîroz bikim û di serî de Birêz Serokkomar û Birêz Devlet Bahçelî pîroz dikim.
Bi ya min çûna Îmraliyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hem xaleke werçerxanê ye û hem jî ji bo rakirina pirsên di pêvajoyê de gaveke gelekî girîng e."
Hevdîtinê 3 saetan ajot
Nagehan Alçiyê agahiyên ku derbarê serdana Îmraliyê bi dest xistine jî parve kirin û got:
"Li gorî agahiyên li ber destê min, heyet saet derdora 11:00an çûye Îmraliyê û derdora 16:00an vegeriyaye.
Hevdîtinê nêzîkî 3 saetan ajotiye û di atmosfereke gelekî erênî de derbas bûye."
"Ocalan li pêvajoyê xwedî derdikeve"
Nagehan Alçiyê destnîşan kir ku xala herî krîtîk a hevdîtinê helwesta Abdullah Ocalan e û diyar kir ku wê agahî wergirtine ku Ocalan baweriya xwe bi pêvajoyê tîne û wiha domand:
"Abdullah Ocalan bêtir bi xwe axiviye, nêrînên xwe gotine. Wî gotiye ku ew li pêvajoyê xwedî derdikeve, ji pêvajoyê bawer dike û bawer dike ku pêvajo dê bi serkeftî temam bibe.
Nêrîna ku min ji çavkaniyên xwe wergirtiye ew e ku hevdîtin gelekî erênî derbas bûye."
Alçiyê diyar kir ku armanca serdanê "nûkirina baweriyê" ye û ji bo rakirina şik û gumanên raya giştî peyameke zelal ji Ocalan tê çaverêkirin.
Alçiyê di heman demê de bal kişand ser wê yekê ku mijara Sûriyeyê li ser maseyê bû û got:
"Ji bo ku ev pêvajo zererê nebîne, diviyabû Abdullah Ocalan careke din bi zelalî beyan bikira ku PKK bi hemû baskên xwe ve çekan bin ax dike û xwe fesix dike.
Li raya giştî ya Tirkiyeyê pirs çêdibûn û beşeke girîng a wan derbarê baskê PKKyê yê Sûriyeyê YPG/HSDyê bû.
Gelo Ocalan îşaretek da ku pêvajoyê wê derê jî li xwe digire? Ez texmîn dikim xala sereke ya hevdîtinê ev e.
Em behsa projeyeke aştiyê ya gelekî mezin, projeyeke biratiyê dikin.
Em behsa projeya çareserkirina pirsgirka Kurdan dikin û rojeva bihevreçûna ber bi Tirkiyeyeke ku welatiyên Kurd di her wateyê de xwe wekî welatiyên wekhev hîs dikin e."