Di ÎYÎ Partiyê de îstifaya pilebilind

Hewlêr (Rûdaw) - Alpaslan Yuce bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî hem ji erkê xwe û hem jî ji endamtiya partiyê îstifa kiriye.

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Alpaslan Yuce 14ê mehê eşkere kiribû ku wî dev ji erkê Alîkariya Serokê Giştî berdaye.

Yuce îro bi daxuyaniyeke nû da zanîn ku ew bi temamî ji partiyê veqetiyaye.

“Partî ji xeta navendî dûr ket”

Alpaslan Yuce di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser îstifaya xwe de got, ÎYÎ Partî ji îdiaya “partiya navendî” ya di serdema damezirandinê de dûr ketiye.

Yuce diyar kir ku siyaseta partiyê bi demê re ber bi xeteke “bertengtir, reaksiyoner û konjonkturel” ve çûye.

Alpaslan Yuce di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Min çavdêrî kir ku hewldana me ya bipêşxistina bernameyeke demdirêj û giştgir a têkildarî pirsgirêkên welatê me, di bin siya nêzîkatiyên demkurt û bertekî de maye.

Ji ber vê yekê min biryara îstifaya ji erkê Alîkariya Serokê Giştî û endamtiya partiyê da.”

“Ev biryar ne ji dilşikestinê ye, tercîheke prensîbî ye”

Yuce tekez kir ku biryara wî ne ji ber dilşikestineke şexsî ye û anî ziman ku divê siyaset li ser “aqilê sazûmanî û hevgirtina prensîban” were avakirin û da zanîn:

“Erkê siyasetmedar ne parastina qada rehetiya şexsî ye, parastina welat û nirxan e.

Li Tirkiyeyê veguherîn ne tenê bi guherîna desthilatê, bi nûbûna çanda siyasetê mimkin e.”

Yuce destnîşan kir ku xurtbûna temsîla demokratîk, bi kapasîteya nûbûna navxweyî ya partiyan û siyaseta li ser bingeha aqilê sazûmanî dikare pêk were.