Bayê Ekumenîzmê li Tirkiyeyê: Papa Leo sînoran radike
Stenbol (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn piştî ku hat hilbijartin yekem serdana xwe ya derveyî Vatîkanê ji bo Tirkiyeyê dike.
Ji bo hatina Papa li Bursa, Enqere û li Stenbolê amadehiyên berfireh tê kirin.
Ji ber ku gelek wateyên vê serdanê hene, heyecan û bendewariyên xelkê gelekî zêde ne.
Li hêla din bi hatina Papa re mijara “Ekumenîzmê” jî careke din dikeve rojevê.
Ekumenîzm, tevgerek e ku armanc dike di navbera mezhebên cuda yên Xirîstiyaniyê yan jî di navbera Xirîstiyan û olên din de pêwendiyên baş, tolerans û hevkariyê ava bike.
Bi wateyeke berfirehtir, ew wekî tevgereke di navbera olan de tê pênasekirin ku rêzgirtina li hevdû û olên cîhanê ji bo hevkariya teşwîq dike.
Ji bo hatina Papa Leoyê 14emîn li seranserê dêrên Stenbolê amadekariyeke germ, provayên li ser hev û heyecaneke mezin heye.
Papa Leo ji bo pîrozkirina 1,700 saliya Konsula Yekem a ku li navçeya Îznîkê ya Bursayê kom bûye Tirkiyeyê ziyaret dike.
Tê payîn ku Papa 3 rojan li Tirkiyeyê bimîne.
"Papa Leo di rêya Papa Francis de ye"
Rojnamegera ji Vatîkanê Magdelenayê li ser hatina Papa wiha got:
“Niha Papa Leo di rêya Papa Francisê beriya xwe de dimeşe. Francis di kûrahiya dilê xwe de dixwest bê vir lê ev yek pêk nehat.
Niha Leo vê kevneşopiyê didomîne. Bi ya min armanca wî ya sereke ew e ku baweriya Katolîkên li vir xurt bike. Her wiha ew dê peyama Katolîzmê ya ji bo aştiya cîhanê ragihîne.”
Welatiyê bi navê Mehmet Yildirim nêrîna xwe wiha anî zimên: “Bi ya min hatina wî di cih de ye.
Her olek taybetiyeke wê û nêrîneke wê heye. Bi ya min di hatina wî de ti pirsgirêk nîne.”
Carola welatiya Rûsyayê jî got, “Bi ya min ev yekîtiya ol û baweriyan e.
Ew dê piştgiriya kêmneteweyên ku li her welatekî dijîn bike, bi taybetî welatên ku niştecihên wan bi piranî Misilman in.
Wekî mînak ziyaret dê alîkariya kêmneteweyên li Tirkiyeyê bike.”
Di vê seferê de dê Rêberê Rûhanî yê Ortodoksan Bartolomeos jî dê li gel Papa be.
Konsula Yekem ji aliyê hemû Xirîstiyanan ve wekî yekîtiya gerdûnî tê binavkirin.
Beriya ku dêr ji hev cuda bibin ew konsul kom bûye û wateyeke gelekî mezin a vê civînê heye.
Bi hev re beşdarbûna Papa û Bartolomeos jî hêviya yekîtiyeke nû di nava alema Xirîstiyanan de geş dike.
"Ev ziyaret gelekî girîng e"
Serpîskoposê Cemata Keldaniyên li Tirkiyeyê Sabrî Anar jî wiha got:
“Ji bo dêrê ev yekemîn ziyareta derveyî Vatîkanê ye û wê jî ji bo Tirkiyeyê dike.
Ji ber ku dixwaze girîngiya Konsula Îznîkê careke din teqez bike.
Di heman demê de ji bo mijara Ekumenîzmê jî ew serdan girîng e. Papa jî dixwaze vê yekê ji her kesî re ragihîne.”
Papa Leo 14emîn di çarçoveya vê ziyaretê de roja 27ê mehê li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re dicive.
Her wiha pişt re dê Anitkabîrê ziyaret dike û berê xwe dide Îznîka Bursayê.
Papa roja sêyem jî li Stenbolê biçe Sultan Ahmetê û li stadyumeke mezin ayînekê bi rê ve bibe.
Papa Leoyê 14emîn dibe 5emîn Papayê Vatîkanê ku heta niha hatiye Tirkiyeyê.