Tirkiyê ji Googleyê xwest ku nexşeya Kurdistanê ji beşa Mapsê reş bike
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan daxwaz ji Googleyê kiriye ku navê Kurdistanê di beşa “Maps” (nexşe) de reş bike.
Googleyê nexşeya Kurdistana Mezin li beşa Maps a îngilîzî zêde kiriye.
Serokê Fraksiyona ÎYÎ Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Yavuz Agiralioglu peşniyazpirsek derbarê vê mijarê de ji Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan kiribû û wî jî îro bersiv da.
Cahit Turhan diyar kir ku wan berî çend rojan daxwaz ji kompaniya Google kiriye, nexşeya Kurdistanê Mezin rakin.