Serokê Fenerbahçeyê Sadettîn Saran hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Kluba Fenerbahçeyê Sadettîn Saran, di çarçoveya lêpirsîna "madeyên hişbir" de careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.
Serokê Kluba Fenerbahçeyê Sadettin Saran ku beriya çend rojan di çarçoveya lêpirsîneke "madeyên hişbir" a li dijî hejmarek kesayetên navdar ên Tirkiyeyê de îfade dabû û bi mercê "qedexeya derketina derveyî welat" hatibû berdan, êvara çarşemê di çarçoveya "delîlên nû" de careke din hat desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:
"Gumanbar Steven Sadettîn Saran, li ser bingeha delîlên nû yên ku di çarçoveya lêpirsîna berdewam de hatine bidestxistin, bi tohmetên 'dabînkirina madeyên hişbir', 'hêsankirina bikaranîna madeyên hişbir' û 'bikaranîna madeyên hişbir', ji aliyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Stenbolê ve hatiye desteserkirin."
Tê çaverêkirin ku Serokê Fenerbahçeyê roja pêncşemê sewqî dadgehê bê kirin û li dozgeriyê careke din îfadeyên wî bên wergirtin.