Li Edeneyê bavekî piştî ku du zarokên xwe kuştin xwe jî kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yuregîrê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê, bavekî piştî ku du zarokên xwe kuştin bi heman demançeyê xwe jî kuşt.
Bûyer şeva borî li Taxa Seyhanê ya Yuregîrê qewimî.
Li gorî agahiyan, Îbrahîm Kiraciyê 46 salî ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn bi demançeyê kurê xwe yê astengdar Doruk Kiraciyê 11 salî û keça xwe Derîn Kiraciya 13 salî kuştin.
"Min zarokên xwe kuştine"
Hat diyarkirin ku Îbrahîm Kiraci piştî bûyerê derketiye û ji cîranê xwe yê qata jor re gotiye, “Min zarokên xwe kuştine” û careke din vegeriyaye malê.
Kiraci li malê bi heman demançeyê gule berda xwe û dawî li jiyana xwe anî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê ermên her sêyan ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Dadî ya Edeneyê.