Bi milyonan kes li benda şansê mezin in: Kî dixwaze çi bike?

Stenbol (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna sersalê re li tevahiya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firoşkarên bilêtên piyangoyê li ser kar in.

Piyangoya Neteweyî ya Tirkiyeyê îsal zêdetirî 800 milyon lîreyan wekî îkramiye belav dike û bi milyonan kesan xewn û xeyalên xwe bi piyangoyê ve girê dane.

Firoşgeha navdar a li Stenbolê "Nîmet Abla" ku gelek caran îkramiyeya mezin ji bilêtên li wir hatine firotin re derketiye, wekî salên borî îsal jî tije ye.

Her kesê ku bilêtan dikire xewn û xeyalên xwe jî bi wan ve girê dide.

"Ez dê li Semsûrê gomekê çêbikim"

Welatiyê bi navê Yilmaz Olagan ku ji bo şansê xwe biceribîne bilêt kirine, behsa xeyalên xwe yên ji bo Semsûra Bakurê Kurdistanê kir.

Yilmaz Olagan got, “Min du heb kirîn, eger derkeve ez dê li Semsûrê ji xwe re kargehekê ava bikim.

Xeyala min ew e ku ez gomekê çêbikim û ajeldariyê bikim.”

Welatiyekî din ê bi navê Mistefa Ercan jî diyar kir ku ew dixwaze ji zarokên xwe re xaniyekî bikire û got:

"Ez li Stenbolê rûdinim lê bi eslê xwe ji Boyabata Kastamonûyê me

Min du heb kirîn. Zarokên min hene, eger derkeve ez dê ji wan re xaniyekî bikirim.”

"Reqema min a dibistanê derket"

Ehmet Bozkurtê ku ji Safranboluyê hatiye jî behsa tesadufeke balkêş kir û wiha anî zimên:

“Ez ji Safranboluya Karabukê hatim. Ji ber ku meraqa min heye ez her sal dikirim.

Îsal jî min got ez şansê xwe biceribînim û hejmara min a dibistanê derket. Dawiya wê 41 e.

Eger derkeve ez dê bigerim. Ez dê bajar bi bajar li tevahiya welêt bigerim an jî biçim derveyî welat.

Piştî vî temenî em dê li welatê xwe bigerin û bixwin, em dê çi bikin?”

"Min 500 heb ji xwe re veqetandine"

Firoşkarên bilêtan jî ji eleqeya zêde ya li ser firoşgehên mezin bi gazinc in.

Firoşkar Selamî Denge diyar kir ku wî ji bo xwe jî gelek bilêt veqetandine û got:

“Nayên ba me, hemû ji wir (firoşgeha navdar) dikirin. Ji her bilêtekê 9 lîre ji min re dimînin.

Min 500 heb ji xwe re veqetandine. Eger derkeve ez dê bi hemû pereyan ji xwe re zeviyan bikirim.”