Li Stenbolê Cejna Christmasê: 'Bila roja Jidayîkbûna Mesîh bibe betlaneya fermî'
Stenbol (Rûdaw) - Li gorî baweriya Xiristiyanan, şeva 24ê Kanûna Pêşîn wekî roja jidayikbûna Hezretî Îsa tê qebûlkirin û bi navê Noelê tê pîrozkirin.
Wekî gelek deverên cîhanê, Xiristiyanên li Stenbolê jî bi merasîm û ayînan ev şev pîroz kir.
Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê li dêra herî mezin a Katolîkan, Dêra Saint Antuanê ayîna Noelê (Christmas/Jidayîkbûn) bi coş û girseyî hat pîrozkirin.
Di merasîmê de ji netew, bawerî û rengên cuda cuda bi sedan jin, mêr û zarok amade bûn.
Ayîna Noelê, pêşî bi xwendina lawij û hinek beşên ji Încîlê dest pê kir, dûre rêûresmên ku zayîna Hz. Îsa sembolîze dikin birêve çûn.
Herî dawî jî merasîm bi serenomiya dia û niyazan bi dawî hat.
Şeva 24ê Kanûna Pêşîn a 2025an e ku bi şeva 25ê Kanûna Pêşîn ve girê dide.
Li Stenbolê dêra herî mezin a Xiristiyanên Katolîk Dêra Saint Antuanayê ku li navçeya Beyogluyê li ser Kolana Îstîklalê ye heta dev tije ye.
"Jidayikbûna wî tê wateya hezkirinê"
Keşîş û endamên koroyê bi cilên spî, hinek ji wan destên xwe dane ber dilê xwe, hinek ji wan jî di destên wan de Încîla Pîroz, xaç û çira li ber lawijên Latînî ji deriyê dêrê dikevin hundir û derbasî cihê ayînê dibin.
Keşîşê Dêra Saint Antuanayê Enduro got:
"Em spasdar in. Lewra me rojbûna Mesîh Îsa pîroz kir. Jidayikbûna wî her daîm tê wateya hezkirinê.
Gelek mirovên ji miletên cuda hatin û me bi hev re dilovaniya Mesîh Îsa parve kir.”
"Noel pir xweş e, bi coş e"
Welatiya Afrîkaya Başûr Tembekaya ku li Stenbolê dijî jî got:
“Ez bi eslê xwe ji Afrîkaya Başûr im lê ez li Tirkiyeyê dijîm. Noel pir xweş e, bi coş e.
Em wekî cejnê pîroz dikin. Şevekî bimbarek e. Atmosfera vir pir xweş e.”
Ayîna Noelê bi 3 zimanan e: Latînî, Îngilîzî û Tirkî. Lê her kes li gorî bîr û bawerî û zimanê xwe ji Xwedê re dia û niyazan dike.
"Mesîh ji bo xweşî, aştî û biratiyê hatiye dinyayê"
Yek ji beşdarên ayînê Danyel Arici ye. Ew Ermeniyekî Katolîk e ku ji Xîzana navçeya Bedlîsê ye.
Zimanê dayika xwe Ermenîkî nizane lê bi Tirkî û Kurdî ji bo aştî û aramiyê diayan dike.
Ermenê ji Bedlîsê Danyel Arici got, “Îro hemû Kurd, Tirk, Ereb û kesên li vir amade ne ji bo rojbûna Hz. Îsa pîroz bikin li vir in. Mesîh ji bo xweşî, aştî û biratiyê hatiye dinyayê.”
Rêûresmên ku jidayîkbûna Hz. Îsa sembolîze dikin tên lidarxistin. Bi pitika pêlîstok ayîna “hilkişandina asîman” tê kirin.
Suryaniya ji Mêrdînê Jasmin Ozkokê jî diyar kir, “Ez Xiristiyan im.
Ez endama cimaeta Suryanî ya Qedîm im. Noelên me her daîm xweş derbas dibin.
Her çand û ziman xwedî taybetmendiyeke xas û nûwaze ye.”
Beşdarên ayîna Noelê bi qasî 2 saetan xwe ji xirecir û keftûlefta dinyayê dûr xistin û bi rih û manewiyateke nû, bi beşerê xweş ji dêrê derketin. Herî zêde jî dilê zarokan şên bû.
“Bila roja roja Jidayîkbûna Mesîh wekî betlaneya fermî bê ragihandin”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi fermî derdora 180 hezar Xiristiyan dijîn û xwedî hezar û 388 dêran in.
Yek ji daxwazên kêmneteweyên nemisilman ew e ku “Cejna Noelê” yanî roja 25ê Kanûna Pêşîn li Tirkiyeyê wekî betlaneya fermî bê ragihandin.
Di vê çarçoveyê de, Parlamenterê Suryan ê DEM Partiyê George Aslan, pêşniyazyasayek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
Aslan diyar kir ku ji ber hevwelatîtiya wekhev divê roja 25ê Kanûna Pêşîn wekî betlaneya fermî bê îlankirin.