Li Amedê malbat li ber girtîgehan in: 'Kurê min 7 sal in girtî ye'
Hewlêr (Rûdaw) - Bi pesendkirina Paketa 11emîn a Darazê ku wekî Yasaya Kovîdê jî tê naskirin, deriyên girtîgehan hatin vekirin û pêvajoya berdana girtiyan dest pê kir.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku ji îro ve li hemû girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi kar û barên berdana girtiyan hatiye kirin.
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di roja yekem de bi dehan malbat ji bo pêşwaziya xizmên xwe yên girtî çûn ber girtîgehan.
Murat Kardag ji bo kurê xwe yê ku 15 sal ceza standibû rondikên kêfxweşiyê dibarandin û got:
“Kurê min 7 sal in di girtîgehê de bû. Ber bi vê efûyê ket.
Em li bendê ne û Înşallah dê derkeve.”
Li gorî paketa darazê kesên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023yan sûc kirine û girtî ne dê karibin 3 sal beriya dema cezayê xwe ji girtîgeha girtî derbasî ya vekirî bibin an jî eger li girtîgeha vekirî bin dê bi şertê kontrola dadî werin berdan.
Kîjan sûc li derveyî paketê man?
Ev paket her kesî li xwe nagire, girtiyên siyasî û kesên ji ber sûcên "terorê" û destûrî, sûcên erdhejê, kuştina mirov û xizmên xwe yên nêzîk, tundiya li dijî jinan û destdirêjiyê hatine girtin, li derveyî paketê hatine hiştin.
Beşeke mixalefetê, bi taybetî DEM Partî li ser madeya girtiyên siyasî rexneyan li paketa desthilatê digire.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê da zanîn:
“Sererastkirina Paketa Kovîdê ji ber newekheviyên tê de bûye krîzeke hiqûqê.
Soza dadê bi cih nehat. Hesta dadê ya civakê careke din şikest.
Paketê girtiyên siyasî li xwe negirt û ew hatin paşguhxistin.
Heta niha li Tirkiyeyê ti paketên darazê edalet û wekhevî pêşkêş nekirine."
Li gorî amarên saziyên pêwendîdar, li 403 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku kapasîteya wan 305 hezar kes e, 433 hezar û 543 hezar girtî hene.
Biryar e bi paketa nû derdora 55 hezar girtî ji wan girtîgehan bên berdan.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji 25ê Kanûna Paşîn a 2025an ve, hemû girtîgehan dest bi kar û barên fermî yên berdan û veguhastina girtiyan kiriye.
Tunç diyar kir ku wan bi vê paketa nû di pergala înfazê de cudahî ji holê rakirine û prensîba wekheviyê xurtir kirine.
Wezîr destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku derengketinên di pêvajoyên lêpirsîn û darizandinê de nebin sedema zerer û neheqiya li girtiyan.