DEM Partî: Eger Başak Demîrtaş bixwaze ew der ev der e
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê li ser berbijêriya Başak Demîrtaşê ya li Stenbolê got, “Eger Başak Demîrtaş rojekê bixwaze li cihekî siyasetê bike an jî bixwaze were nav siyasetê helbet ew der ev der e.”
Civîna Encûmena Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) roja pêncşemê dest pê kir û civîn berdewam e.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê îro di navbera civînê de derbarê mijarên di rojevê de û naveroka civînê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an berbijêriya hevjîna Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ev demek e di rojevê de ye û yek ji wan pirsan e ku raya giştî li benda bersiva wê ye.
Başak Demîrtaş bixwe jî çend roj berê ragihandibû ku eger DEM Partî erkekî wiha bide wê ew amade ye ku bibe berbijêr.
Ayşegul Doganê li ser berbijêriya Başak Demîrtaşê got:
“Başak Demîrtaş heval û rêhevala me ye. Di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de li qadan ji bo hilbijartinan xebitî û beşdarî mîtîngan bû.
Ji ber wê jî eger Başak Demîrtaş rojekê bixwaze li cihekî siyasetê bike an jî bixwaze were nav siyasetê helbet ew der ev der e. Ev navnîşan e. DEM Partî ye.”
Doganê bal kişand ser helwest û rola partiya xwe ya li Stenbolê û çend bajarên din û anî ziman:
“DEM Partî dê li Stenbol, Mersîn, Hatay û Dêrsimê çi bike? Raya giştî vê yekê meraq dike. Em wek partî di wê zanebûnê de, pozîsyona ku em digirin dê çawa hevsengiyan biguhere.
Xebatên me yên derbarê van herêmên hilbijartinê de berdewam in. Hemû bijarte tên nirxandin. Em dizanin ku em hêza yekalîker in û ji ber wê jî em bi hestiyarî û li gorî wan bijardeyên ku gel tê de serkeftî dibin tevdigerin.”