Di lêpirsîna şewata li Boluyê de 6 kesên din jî hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna şewata Grand Kartal Hotelê ya Boluyê de 6 kesên din jî hatin girtin.
Li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li lûtkeya Çiyayê Korogluyê yê Boluyê roja Sêşemê 21ê Kanûna Paşîn a 2025an agir bi Grand Kartal Hotelê ket û di encamê de 78 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.
Serdozgeriya Komarê ya Boluyê 21ê Kanûna Paşîn derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û ew lêpirsîn berdewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê de şeva borî 11 kesên din ên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê şandin dadgehê.
Dadgehê biyara girtina 6 kesan da û 5 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.
Berî niha di lêpirsîna agirê Grand Kartal Hotelê ya Boluyê de xwediyê otelê Halît Ergul, birêvebirê kompanyayê Emîr Aras, rêvebirê otelê û çend karmendên wê jî di nav de 11 kes hatibûn desteserkirin û 9 ji wan hatibûn girtin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de 11 kesên din ên ku li oteleke din a Halît Ergûl dixebitîn hatibûn desteserkirin.
Bi vî awayî hejmara kesên ku heta niha hatine girtin gihîşt 15 kesan.