Berdevkê AK Partiyê: Parastina hiqûqa Kurdan xeta me ya sor e

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got, "Parastina hiqûqa Kurdan xeta me ya sor e."

Çelîk her wiha îdia kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûneriya Kurdan nake û xwest ku PKK hemû şaxên xwe fesix bike.

Lijneya Birêvebir a Navendî ya AK Partiyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Berdevkê Partiyê Omer Çelîk dema civîn berdewam dikir derket pêşberî kamerayan û rojev nirxand.

Omer Çelîk diyar kir ku "Tirkiyeya Bêteror" ji herêma bêteror nayê veqetandin û got, "Pêvajoya ku heye nîşan dide bê ka ev her du têgeh çiqasî rast û stratejîk in."

Ji bo Sûriyeyê "yek artêş" û "welatîbûna wekhev"

Çelîk behsa pêvajoya nû ya Sûriyeyê kir û diyar kir ku divê modeleke berfireh bê avakirin û ne dûrxistî be û wiha pê de çû:

"Piştî zilm û polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên serdema Esad, divê hemû Sûriyeyî wekî kirde beşdarî avakirina nû bibin.

Tirkmen, Ereb, Kurd, Misilman, Xirîstiyan, Şîe, Sunî, Elewî, Nuseyrî û Durzî.

Îradeya me ew e ku hemû kom bibin parçeyên wekhev ên Sûriyeyeke bi rûmet. Lê ev tenê bi prensîba 'Yek Sûriye û yek artêş' pêkan e.

Divê têkoşîna bi DAIŞê re bênavber bidome, divê PKK jî tevî Sûriyeyê hemû şaxên xwe fesix bike.

Di tabloya dawî ya Sûriyeyê de herî zêde birayên me yên Kurd qezenc kir û rê li ber wê yekê vebû ku ji wesayeta terorê rizgar bibin."

"Derdê HSDyê ne Kurd in"

Omer Çelîk derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de gotinên tund bi kar anîn û îdia kir ku ew nûneriya gelê Kurd nakin.

Çelîk wiha axivî: "Derdê HSDyê ne Kurd in. Li cihê ku teror hebe maf û hiqûq nayên parastin.

Temînata mafên birayên me yên Kurd ne rêxistinên terorê ne, pergaleke destûrî ya adil e."

Peyama ji bo Îran û Xezeyê

Çelîk li ser rûdanên li Îranê hişyariya "desttêwerdana derve" da û got, "Îran dewleteke kokdar e, gelê Îranê birayên me ne.

Divê tiştên diqewimin bi dînamîkên navxweyî yên Îranê bên çareserkirin. Desttêwerdana derve encamên şaş derdixe holê."

Çelîk derbarê Xezeyê de jî bal kişand ser polîtîkayên Îsraîlê û got, "Xeze ne emlak e, welat e" û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo doza Filistînê ducare kir.

Bersiva tund a ji bo DEM Partiyê

Berdevkê AK Partiyê bersiva rexneyên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û Berdevkên DEM Partiyê ya li ser polîtîkaya Sûriyeyê da.

Çelîk bertek nîşanî daxuyaniyên DEM Partiyê da û got:

"Ev hevok îradeyeke xweser nîşan nadin, îradeya wekaletê nîşan didin; argûmanên wan argûmanên jiberkirî yên rêxistinê ne.

Yên ku rêxistina piştgiriyê didinê wekî 'Komeleya Hezkerên Qanaryayan' nîşan didin, binavkirinên wan ên li hemberî me ne bêserûpê ne.

Parastina hiqûqa Kurdan xeta me ya sor e. Dijminatiya rast ew kes dikin ku di refê emperyalîzmê de cih digirin û dibin mertal ji rêxistina terorê re."