Otomobîla xwe ceza kir: Bi dîwarê xanî ve daliqand
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Alanyayê ya Antalyayê, welatiyê bi navê Mehmet Aydin otomobîla xwe bi mala xwe ve daliqand.
Li gorî nûçeya DHAyê, Mehmet Aydinê 47 salî got, ew otomobîla xwe ceza dike û bi mala xwe ya du qatî ve daliqand
Mehmet Aydin, dîmenên otomobîla xwe girtin û got:
“Rehmetî diçe hevalno. Tê daliqandin. Sîstem ev e. Erê min otomobîla xwe daliqand. Cezayê wê heye.”