Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Di raporê de mafê hêviyê nîne, efûya giştî çênabe

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, li ser rapora Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ragihand ku di raporê de gotina "mafê hêviyê" nîne.

Gurlek got, "Efûya giştî yan jî rêkxistineke taybet a ji bo kesekî nabe lê dibe ku di yasaya înfazê û têkoşîna li dijî terorê de guherîn bên kirin."

Gurlek derbarê pêvajoya heyî û rapora Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku pêşkêşî Parlamentoyê hatibû kirin de daxuyanî dan.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser "mafê hêviyê" ku di çarçoveya pêvajoyê de ji bo Abdullah Ocalan tê xwestin got:

"Di raporê de gotina mafê hêviyê nîne. Efûya giştî yan jî rêkxistineke taybet a ji bo kesekî nabe lê dibe ku di yasaya înfazê û têkoşîna li dijî terorê de guherîn bên kirin."

"Divê çekdanîn were peyitandin"

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ji NTVyê re axivî û derbarê rapor û pêvajoya piştî niha got:

"Ev rapor pêşkêşî Parlamentoyê hat kirin û li gorî vê raporê, Parlamento dê rêkxistineke yasayî bike.

Hevalên me dê ji aliyê teknîkî ve ji bo amadekirina vê yasayê bibin alîkar.

Xeta sereke li vir peyitandina çekdanînê û bidawîanîna çalakiyên rêxistinê ye. Piştî vê yekê Parlamento dê gavên yasayî biavêje."