MÎT: Me pêşî li êrişên çekdarî û bombeyî girt
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê di operasyoneke hevbeş a Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) û Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê de 4 endamên DHKP-Cyê hatin desteserkirin.
MÎT û Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê operasyonên xwe yên hevbeş ên li dijî rêxistinan didomînin.
"Plana êrişên çekdarî û bombeyî"
Li gorî zanyariyan, MÎTê di encama xebatên îstixbaratî de tesbît kir ku 4 kes di nav şaneyên DHKP-Cyê de kar dikin.
Hat diyarkirin ku wan kesan plan dikir li Stenbolê li dijî hinek xalên krîtîk êrişên bi çek û bombeyan pêk bînin.
Gumanbar birin Birêvebiriya Ewlehiyê
Piştî diyarkirina nasname û cihê gumanbaran, hêzên ewlehiyê bi hevahengiya tîmên MÎTê îro Pêncşemê 26ê Sibata 2026an li Stenbolê operasyoneke hevbeş li dar xist.
Di operasyonê de her 4 gumanbar hatin desteserkirin û ji bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê hatin veguhastin.
Hat ragihandin ku lêpirsîna derbarê gumanbaran de berdewam dike.