Hûrgiliyên peymana Tirkiye û Brîtanyayê hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Protokola ku di navbera Tirkiye û Brîtanyayê de hat îmzekirin, ji bilî tevlîkirina balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê ya nav kel û pelan, pêvajoya perwerde, lênêrîn û piştgiriya teknîkî jî li xwe digire.
Di çarçoveya hevkariya parastinê ya di navbera her du welatan de, hûrgiliyên peymana piştgiriya teknîkî û lojîstîkî ya li ser balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê hatin eşkerekirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di civîna xwe ya heftane ya rojnamegeriyê de, agahiyên derbarê "Peymana Piştgiriya Teknîkî û Lojîstîkî ya Eurofighter Typhoonê" ku li Londonê hat îmzekirin bi raya giştî re parve kirin.
Pakêta perwerde û piştgiriya teknîkî
Li gorî daxuyaniyê, peyman ne tenê kirîna balafiran, pêvajoyeke berfireh a piştgiriyê jî li xwe digire.
Li gorî vê yekê, dê ji bilî pîlot, pîlotên mamoste û teknîsyenên lênêrînê, perwerde ji personelên şerê elektronîk û sîstemê re jî were dayîn.
Dê parçeyên yedek werin dabînkirin û amûrên sîmulasyonê, alavên testkirinê û sîstemên piştgiriya bejahiyê werin peydakirin.
Şirketa hilberîner, ji roja ku balafir dikevin xizmetê pê ve dê 3 salên destpêkê piştgiriya teknîkî pêşkêş bike.
Berdewamiya peymana 20 balafiran
Ev protokol, berdewamiya peymana sereke ye ku Çiriya Pêşîn a 2025an di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer de hatibû îmzekirin.
Ew peymana sereke kirîna 20 balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê li xwe digire.
Peymana dawî ya ku li Londonê hat îmzekirin, zêdetir balê dikişîne ser xebitandin û berdewamiya bikaranîna balafiran.
Projeya Eurofighterê wekî beşek ji armanca zêdekirina curbicuriya hêza asmanî ya Tirkiyeyê û xurtkirina hêza wê ya tirsandinê tê nirxandin.
Aloziyên li herêmê û astengiyên li ser qada asmanî, girîngiya fîloyeke asmanî ya modern û bibandor careke din tînin rojevê.