Heta hilbijartinan ti gavên nû nayên avêtin

 

Enqere (Rûdaw) - Heta van demên nêzik li Tirkiyeyê rojeva herî gring pêvajoya çareseriyê bû. Dihat payîn  ku hikûmet lijneyeke çavdêriyê ava bike û PKK jî bi mijara destberdana ji çekan kongreya xwe bicivîne. Lê ji ber xebatên hilbijartinê ev gavana pêk nehatin. Gelo ev tê wateya bidawîbûna pêvajoyê? Li gorî daxûyaniyên her du aliyan tê fêmkirin ku dê pêvajo bidome. Lê heta hilbijartinê dê ti gavên nû jî neyên avêtin.

Li Tirkiyeyê dahatûya pêvajoya çareseriyê ya ku di navbera hikûmet û PKKê de didome, tê niqaşkirin. Dihat payîn ku hikûmet lijneya çavdêriyê ava bike û  PKK jî bi rojeva çekberdanê kongreya xwe bicivîne. Lê ji ber hilbijartina di 7ê Hezîranê de ev pêk nehatin. Gelo ma pêvajo bi dawî bû? Li gorî partiya desthilatdar AK Partî dê pêvajo bidome. Lê dîsa li gorî wan ji bo vê yekê jî divê PKK dest ji çekan berde.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasin Aktay derbarê vê yekê de ji Rûdawê re wiha got:

“Ji bo hikûmetê pêvajoya çareseriyê tê wateya demokratizkirina Tirkiyeyê. Beriya hikûmeta me hertim rûmeta gelên Tirkiyeyê hatiye binpêkirin. Berê dîktoriyek, zordestiyek hebû. Me di vî warî de gelek pêngav avêtin. Dê êdî kurd neyên bişavtin, tunekirin û bêrûmetkirin. Em dê vê yekê ne ji bo PKKê, ji bo gelê xwe bikin. Li ciyekî wisa jî pêwistî bi çekê nîn e.”

Li gorî HDPê jî pêvajo neqediyaye. HDP dibêje divê hikûmet pêwistiyên lihevkirina Dolmabaxçeyê pêk bîne.

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirrî Sureyya Onder jî ji Rûdawê re wiha got:

“Niha ne em dikarin bêjin pêvajo didome û ne jî em dikarin bêjin xetimiye. Em naxwazin ti gotinên wisa bi lêv bikin. Meseleya sereke ev e ku hikûmet berpirsiyariyên lihevkirina Dolmabaxçeyê pêk naîne. Di vî warî de parvebûnek heye. Lê em ê bi israr ji bo aşitî û aramiyê pêwistiyan bibêjin û bikin.”

Hevserokê Rêvebirina KCKê Cemîl Bayik di rojên borî de gotibû eger ku hikûmet gavên li gorî mûzakereyên bi Ocalan re tên kirin tevbigere ew amade ne ku dest ji çekan berdin.