Tendirustiya Erdogan di weşana zindî de têk çû
Hewlêr (Rûdaw) - Tendirustiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dema weşana zindî de têk çû û bername bo dema 20 deqîqeyan hat rawestandin.
Recep Tayyip Erdogan, şeva 25ê Nîsanê beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyê bû. Di dema pirsên rojnamevanan de tendirustiya Erdogan têk çû û bernameyê piştî rawestandina 20 deqîqeyan careke din berdewam kir.
Di dema têkçûna tendirustiya Erdogan de, dengê “eywax, eywax” hat bihîstin.
Erdogan piştî navberê ragihand ku mîdeya xwe cemindandiye û got: “Duh xebatên kampanyayê zêde bûn. Ji ber xebatên kampanyayê min mîdeya xwe bi awayekî cidî cemidand. Min demekê got `gelo em bernameyê betal bikin, dê xelet bê fêmkirin.` Piştre min got; `min soz daye ez ê biçim.` Helbet di nav van deman de ku karên me zêde ye, car car em rûbirûyê tiştên wiha dibin. Hûn û temaşevan heqê xwe helal bikin.”
Piştî dubare destpêkirina bernameyê, weşana zindî zêde berdewam nekir û bername ji dema xwe ya dihat zûtir hat temamkirin.
Ji serokên siyasî peyamên silametiyê
Berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet û hevrikê Erdogan Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesabê xwe yê Twitterê ji Erdogan re silametî xwest. Kiliçdaroglu, Erdogan etîket kir û got: “Ji birêz Erdogan re hêviya silametiyê dixwazim.”
Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ez ji birêz Recep Tayyip Erdoganê ku bo demeke kurt nexweş bû hêviya silametiyê dixwazim. Hêviya min ew e; wek welat pêvajoya hilbijartinên û piştî wê bi silametî derbas bibe.”
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî got: “Ez ji Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re ku di bernameya televîzyonê de nexweş bû hêviya silametiyê û şîfaya bilez dixwazim.”