Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê, saziyên civaka sivîl û kesên akademîk û rewşenbîr dibêjin, pêşnûmeya bi navê “Nehîştina Terorê û Bihêzkirina Lihevanîna Civakî” ku radestî parlamentoyê hatiye kirin, gaveke girîng ji bona qanûnîkirina pêvajoya aştî û çareseriyê ye.
Li gorî AAyê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, diyar kir, cara yekemîn e ku hikûmet tenê ji ber xatirê pêvajoya çareseriyê gavekê davêje ji ber wê jî ev yek girîng e.
Tahir Elçî, anî ziman ku her çiqas ev projeyasa mîna çend madeyan jî hatibû dariştin lê gaveke girîng e û cara yekemîn e ku hikûmetê bi awayekî nivîskî pêşnûmeyekê dişîne parlamentoyê.
Alîkarê berê yê Serokê Giştî Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) Muherrem Erbey jî li ser vê gava hikûmetê got, ev karekî girîng e û wiha anî ziman, ev karê hikûmetê di heyama 200 salên dawiyê de gava herî girîng e.
Muherrem Erbey, diyar kir ku peyva “terorê” di nav pêşnûmeyê de mirov dêşîne û got, eger li şûna terorê bêjin “nehîştina rewşa şer û pevçûnê” dê baştir bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse