Erdogan li ser pêvajoyê peyameke nû da: Em bi hêvî ne
Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hefteya bê ew dê bi şandeyeke DEM Partiyê re bicive û diyar kir ku ew di mijara pêvajoya “Tirkiyeya bêteror” de bi hêvî ne.
Erdogan di vegera ji Lûtkeya NATOyê ya li Laheyê ji rojnamevanan re axivî û li ser pirsên rojevê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê pêvajoya de anî ziman ku pêvajo bi biryardarî û sebir didome û got:
“Hefteya bê, eger qismet be, ez dê bi şandeyeke DEM Partiyê re bicivim. Hin mijarên girêdayî ‘Tirkiyeya bêteror’ hene ku divê em li ser biaxivin. Gotinên hêvîdar ên Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî û helwesta berpirsane ya şandeya DEM Partiyê ji bo serkeftina pêvajoyê gelekî girîng in.”
Erdogan destnîşan kir ku divê ev mijar nebe beşek ji polemîkên siyaseta rojane û got:
“Di mijareke wiha de divê hestiyariya neteweyî derkeve pêş. Kesê ku di mijareke wiha de berpirsiyariyê hilde ser milên xwe, dê di bîrgeha neteweyî de her tim bi xêrê bê bibîranîn.
Em dê hevalekî xwe ji bo komîsyona ku dê li parlamentoyê were damezrandin erkdar bikin û bi îzna Xwedê em dê vê pêvajoyê bi serkeftî bidomînin.”
Hevdîtinên li Lûtkeya NATOyê
Recep Tayyîp Erdogan amaje bi hevdîtina xwe ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got: “Me bi dostê xwe Birêz Trump re hevdîtineke berhemdar pêk anî.
Em li ser gelek babetan sekinîn, ji têkiliyên dualî heta hevparîtiya me ya di nav NATOyê de û mijarên herêmî û cîhanî. Me helwesta xwe ji Birêz Trump re got û em li benda piştgiriya wî ne.”
Serokkomarê Tirkiyeyê li ser sîstemên parastina asmanî û balafirên f-35 jî axivî û got: “Divê em şiyana xwe ya mûşekan zêde bikin. Her wiha me dev ji F-35an jî bernedaye. Em niyeta xwe ya ji bo vegera projeyê bi muxatabên xwe re digotûbêj dikin.”