Otobusa Êlihê li Mêrsînê qeza kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsûsê ya parêzgeha Mêrsînê, otobuseke rêwiyan a Êlihê li barhilgirekê qelibî û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Otobusa şirketa Star Batmanê ya ku Orhan Taniş diajot, ji paş ve li barhilgireke ku boriyên çîmentoyê lê barkirî bû, qelibî.
Di encama qezayê de zerer gihişt otobusê û barhilgir jî wergeriya.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman birîndar bi ambulansan birini nexweşxaneyan.
Otobusa ku ji Marmarîsa Muglayê ber bi Êlihê ve diçû 32 jê rêwî û 4 jê personel bi giştî 36 kes tê de bûn.
Derbarê qezayê lêpirsîn berdewam dike.