Hecî Bekîr çawa li cîhanê bûye şîranîfiroşeke navdar?
Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê şîranîfiroşekî binavûdeng heye ku navê wî Hecî Bekîr Elî Mûhîddîn e. Hecî Bekîr di karê çêkirina şekir, liqûm, helaw û şerbetan de wek pêşeng tê dîtin. Herwiha cihekî wan ê girîng heye di danasîna vî karî de li tevahiya cîhanê.
Şîraniyên Hecî Bekîr niha gelek navdar e û Hecî Bekîr niha bûye mîna markeyeke Tirkiye li tevahiya dinyayê.
Leyla Celalyan wek rêveberê dikanê qala destpêkirina karê Hecî Bekîr dike û dibêe: “Hecî Bekîr Efendî, ya rast serê pêşî navê wî Bekîr Efendî bûye lê piştî ku çûye hecê û hatiye navê wî bûye Hecî Bekîr Efendî. Ew di sala 1777an de ji bajarê Kastamonûyê tê Stenbolê. Wê demê jî li vê dikkana ku hun dibînin di sîtilên ku hin li pişt min e dest bi çêkirina liqûm û şekiran dike. Di destpêkê de ew bi ar, av, dims û hingiv liqûman çêdike lê pişt re tevî ku şekirê rafîne derdikeve ew jî awayê çêkirina berhemên xwe diguherîne. Niha zêdeyî 30 cûreyê liqûmên me hene. Li gor demsalê em liqûmên bi fisteq, gûz, bindeq, gul û sêvan jî çêdikin. Ango hem yên bi fêkî û hem jî yên wek bi darçîn, zencefîl û qerenfîl jî hene. Her wiha zêdeyî 10 cûre şekirên me yên akîde jî hene. Ji bilî van rîçal û helawên me jî hene.”
Dikanên Hecî Bekîr Elî Mûhîddin bûye wek mîna dibistanekê ji bo çêkirina liqûm, şekir û her cûre berhemên şîraniyê. Bekîr Efendî bi eslê xwe ji bajarê Kastamonû ye ku ji yek bajarên Behra reş e. Piştî ku tê Stenbolê di sala 1777an de dikana xwe ya yekemîn ava dike û pê re dest bi çêkirin û firotina şekir û liqûman dike. Serê pêşî av, ar û hingiv li hev dixe û dike liqûm. Îro jî li gelek bajarên Tirkiye vî karî berdewam dikin.
Leyla Ceylan da zanîn ku li Stenbolê niha 5 dikanên wan hene û wiha pê de çû: “2 heb ji wan li Emînonû, yek li Beyoğlû, yek jî li Kadikoyê heye. Sala dawî jî me li Maslak dikanekê vekir. Herwiha li tevahiya Tirkiye jî gelek cihên me hene û em berhemên xwe difroşin derveyî Tirkiye jî. Amerîka, Fransa, welatên kendavê yê Ereban hin ji wan welatan e. Bi taybetî di wextê cejnan de gelek kes tên û berhemên me wek diyarî dikirin. Ji her çand û temenan kiryarên me hene.”
Bekîr Efendî di demeke nêz de dibe kesekî binavûdeng ku di dikkana xwe ya yek çavî de şekirên akîde, liqûm û helawan çêdike. Piştî ku diçe Mekkeyê ji bo hecê ew dibe hecî û êdî wek Hecî Bekîr tê binavkirin. Dema ku nav û dengê wî li qesra Osmaniyan tê bihîstin padîşah Mahmûdê duyemîn wî dike berpirsê beşa şekirvaniyê di seraya împaratoriyê de. Îro ji her derê bajêr kes tên vir û ji van berheman hem tahm dikin hem jî dikirin. Aysel Demîr jî yek ji wan e.
Aysel Demîr diyar kir ku ji ber ku Hecî Bekîr ji dema Osmaniyan heta îro vê kevneşopiyê bênavber berdewam kiriye ew gelekî jê hez dikin û got: “Liqûmên wan gelekî xweş in. Şekirên wan ê pir bi tahm in. Ji bo vê dikanê ez bi qasî saetekê rê têm. Bi salane ku ez ji vir şekir û liqûman dikirim. Ne tenê ji bo xwe lê ji bo dost û nasên xwe jî ez têm û ji van berhemên bêhempa distînim. Ji bo min berhemên herî taybet liqûmên wan yên bi fisteq û şekirê biîv e. Lewma em vir hildibjêrin.
Tê gotin ku di dema Osmaniyan de hin seyyahên Îngilîz tên Stenbolê û ji van şekir û liqûman dibin welatê xwe. Ji ber ku telafûza navê Rahat-ul Hûlkum ji wan re ne hêsan tê navê “Turkish Delight” lê dikin. Dû re ku wext derbas dibe êdî ev nav li tevahiya dinyayê belav dibe. Piştî ku Hecî Bekîr dimire kurê wî Elî Mûhîddîn dikeve şûna wî û vî karê bi tam û lezzet bi heman awayî berdewam dike. Îro di dikkanên wan de gelek kes vî karî dikin. Erdal Keskîn jî yek ji wan e.
Karmend Erdal Keskîn dibêje: “Di vî karî de tişta herî girîng ew e ku hun çi malzemeyan bikar tînin. Heke hun malzemên xwe ji yên biqalîte hilbijêrin dê berhem jî bi qalîte çêbibe. Ev 11 sale ku ez vî karî dikim û ji karê xwe jî gelekî memnûn im. Wek ku tê zanîn Hecî Bekîr bi eslê xwe ji Kastamonûyê ye û ez jî ji wî bajarî me. Lewma wek karekî ku ji bav derbasî kur bibe min jî xwest ku vî karî bikim.”
Hecî Bekîr îro li tevahiya dinyayê bi copyright tê parastin. Tevî 5 dikan û 35 cihên firotanê li Stenbolê û Tirkiyê ev marke bênavber karê xwe yê şekirvaniyê dike. Bi rêya hinardeyê jî berhemên xwe dişînin 18 welatên cîhanê.
Ev nêzîkî 250 sale ku navê Hecî Bekîr 10 padîşahên Osmaniyan û 11 serokên vî welatî dîtiye. Ew wisa bawer dikin ku bi rêya liqûm û şekirên xwe ew vî welatî li tevahiya dinyayê bi tam û lezzet didin nasîn.