DEM Partî: Heyet dê roja pêncşemê biçe Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Buroya Çapemeniyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku Heyeta Îmraliyê dê roja 28ê Tebaxa 2025an, biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive.

Li gorî daxuyaniya nivîskî, şandeya ku dê biçe Îmraliyê ji parêzere Ocalan Faîk Ozgur Erol, Parlamantera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar pêk tê.

Piştî avabûna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê cara ewil e dê heyet biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. 

 Her wiha tê payin ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser xebatên Komîsyonê û pêvajoya çekdanînê peyamên nû bide

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê beriya bi çend rojan bû mêvana bultena Rûdawê û diyar kir ku divê Komîsyon jî li nêrîn û ramanên Abdullah Ocalan guhdarî bike.