Sezaî Temellî bersiv da Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bersiv da gotinên Erdogan ku gotibû, “Kesên ku berê xwe didin Enqere û Şamê dê qezenc bikin” û got, “Divê ev bang dualî be, divê Enqere û Şam jî li Kurdan binêrin.”

Temellî Komîsyona Parlamentoyê bi “hêdîbûnê” rexne kir û diyar kir ku divê Komîsyon biçe Îmraliyê û nehiştina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê jî wekî “şermeke mezin” bi nav kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma salvegera şerê Milazgirê de gotibû, “Kesên ku berê xwe didin Enqere û Şamê dê qezenc bikin” û “Temînata Kurdên li Sûriyeyê jî Tirkiye ye.”

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bû mêvanê Rûdawê Komîsyon, pêvajoya aştiyê û rojevê de pirsên Hevîdar Zanayê bersivandin.

Sezaî Temellî diyar kir ku banga Erdogan nabe yekalî be û got:

“Dema Kurd li Enqere û Şamê dinêrin, li bendê ne ku Enqere û Şam jî li Kurdan binêrin û wan bibînin. Êdî dem dema muzakere û diyalogê ye.”

Erdogan: “Eger şûr ji kalanê derkeve, cih ji pênûs û gotinê re namîne”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merasîma li navçeya Xelatê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê de derbarê pêvajoya nû de peyamên girîng dabûn.

Erdogan gotibû, “Kesên ku berê xwe didin Enqere û Şamê dê qezenc bikin.

Eger şûr ji kalanê derkeve, cih ji pênûs û gotinê re namîne” û tekez kiribû ku temînata Kurdên li Sûriyeyê Tirkiye ye.

“Divê daxwaz ji her du aliyan be”

Sezaî Temellî diyar kir ku wan bi baldarî li daxuyaniyên Erdogan guhdarî kiriye û tekezî li ser vekirina deriyê diyalogê û pêwîstiya daxwazên dualî kir.

Temellî got, “Pirsgirêk bi nêrîneke wekî ya berê ya birêvebiriyên Şam û Enqereyê ya li hemberî Kurdan çareser nabin.

Heya ku alî ji cihekî ku rastiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê û birêvebiriya ku ji aliyê gelên wê ve hatiye avakirin fêm dike tevbigerin, pirsgirêk dê bên çareserkirin.”

Temellî anî ziman ku “Ewlehiya Tirkiyeyê ne bi dîtina Rojava wekî gef, bi aştî û biratiya di navbera Kurd û Tirkan de pêkan e.”

Rexneya li komîsyona parlamentoyê: "Bala xwe nade ser mijara bingehîn"

Temellî her wiha Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin rexne kir.

Temellî da zanîn ku komîsyon hîn bala xwe nedaye ser mijara xwe ya bingehîn ku amadekirina pêşnûmayasayan e û tenê bi şandeyan re hevdîtinan dike û wiha li pey çû:

“Endamên komîsyonê, bi taybetî yên ji partiyên derveyî DEM Partiyê, bi têra xwe înîsiyatîfê nagirin.

Divê ev komîsyon biçe Hewlêrê jî, bi hemû aliyan re bicive lê divê hemû enerjiya xwe ji bo vê yekê xerc neke.

Erka wê ya bingehîn avêtina gavên ku dê garantiyên hiqûqî û siyasî pêk bînin û derxistina yasayan e.”

"Ji bo çareseriyê li benda Sûriyeyê man nêzîkatiyeke şaş e"

Temellî diyar kir ku dibe ku li pişt hêdîbûna komîsyonê hincetên wekî “li benda hevdîtinên di navbera Rojava û Şamê de man” hebin lê ev nêzîkatiyeke şaş e û got:

“Divê em hevkêşeyê rast deynin. Her gaveke erênî ku li Tirkiyeyê di warê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan de were avêtin, dê li Sûriyeyê û tevahiya cografyayê bibe sedema geşedanên erênî.”

“Divê komîsyon biçe Îmraliyê”

Temellî bi bîr xist ku ev mehek e kes neçûye Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin û ev bang kir:

“Ji bilî çûna şandeya me, ji bo lezkirina vê pêvajoyê divê komîsyon biçe Îmraliyê û hevdîtinên periyodîk û saxlem pêk bîne.”

Temellî tekez kir ku divê di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û Qanûna Cezayê ya Tirk de guhertin bên kirin û gavên “entegrasyona demokratîk” bên avêtin.

Astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê

Temellî bertekeke tund nîşanî wê yekê da ku di civîna komîsyonê ya bi Dayikên Aştiyê re daxwaza axaftina bi Kurdî bi hinceta “li dijî rêziknameya parlamentoyê ye” hat redkirin.

Temellî ev rewş wekî “ji aliyê exlaqî ve şermeke mezin û ji aliyê hiqûqî ve desteserkirina mafan” bi nav kir û axaftina xwe wiha bi dawî anî:

“Komîsyona di navbera salên 2013-15an de derfet dabû ku bi Kurdî were axaftin. Piştî 10-12 salan tunehesibandina vî mafî nayê qebûlkirin.

Divê komîsyon teqez lêborînê ji dayikan bixwaze û careke din rê nede ku tiştekî wiha biqewime.”