Erdogan li pêş e yan Mansur Yavaş?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya ALFyê, Mansur Yavaş li pêşiya Erdogan e.

Li gorî rapirsiyeke nû ya Navenda Lêkolînê ya ALFyê, heke hilbijartineke serokkomariyê çêbibe Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş bi ferqeke nêzîkî 9 puanan li pêşiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan e.

Navenda Rapirsî û Şêwirmendiyê ya ALFyê îro encamên rapirsiya xwe belav kirin ku di navbera 8 û 12ê Îlonê de bi 2 hezar kesan re pêk anîbû.

Di rapirsiyê de ji beşdaran hat pirsîn, "Heger vê yekşemê hilbijartineke serokkomariyê çêbibe û berbijêr Mansur Yavaş û Recep Tayyîp Erdogan bin, hûn dê dengê xwe bidin kê?"

Li gorî encaman dengên Yavaş û Erdogan wiha ne:

Mansur Yavaş: Ji sedî 54,6

Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 45,4

Li gorî van encaman ferqa di navbera Yavaş û Erdogan de 9,2 puan e.