STENBOL - Li 4 navçeyan civîn û xwenîşandan hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand ku li navçeyên Beyoglu, Bayrampaşa, Kagithane û Şîşliyê çalakiyên wekî civînên li cihên vekirî, meşên xwenîşandanê, çalakiya rûniştinê û merasîmên bîranînê, îro ji saet 00:01ê ve hatine qedexekirin û ev qedexe dê rojekê berdewam bike.

Di daxuyaniya Parêzgariya de hat gotin, "Xebatên dewriyeya sanal ên ku ji aliyê yekîneyên me yên pêwendîdar ên Birêvebiriya Emniyeta Parêzgehê ve tên meşandin, bê navber didomin.

Di vê çarçoveyê de li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hatiye tesbîtkirin ku hinek kom li hin deveran amadehiyên komcivînên neqanûnî, meş, protesto û çalakiyên bi vî rengî dikin."

Di çarçoveya lêpirsîna sîxuriyê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de, Ekrem Îmamoglu dê îro saet 11:00an li Dadgeha Çaglayanê îfadeyê bide.

CHPyê ji bo piştgiriya Îmamoglu bang kiribû ku xelk li Qada Çaglayanê kom bibe.