ENQERE - Keçikeke 14 salî bi alkola sexte mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, ji 2 keçên ku winda bûbûn, yekê ji wan piştî vexwarina alkola sexte mir û ya din jî birin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan, H.K.ya 14 salî û K.E.A.ya 16 salî winda bûn û malbatên wan ji bo dîtina wan serî li hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê da.

Şeva borî piştî ku rewşa her du keçan ji ber vexwarina alkolê xirab bû, tîmên tenduristiyê hatin agahdarkirin.

Tîmên tenduristiyê ku çûn cihê bûyerê, her du keç veguhastin Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê.

Li nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanên bijîşkan H.K.ya 14 salî mir.

Hat ragihandin ku metirsiya li ser jiyana K.E.A.yê berdewam dike û tedawiya wê li nexweşxaneyê didome.