Generalekî artêşa Tirkiyeyê mir
Enqere (Rûdaw) - Serokê Daîreya Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Tirkiyeyê Mîrlîwa Selamî Akşît ji ber krîza dil miriye.
Li gorî agahiyan, Akşît vê sibehê li mala xwe ya li navçeya Golbaşiyê ya Enqereyê nexweş ket û hat zanîn ku wî krîza dil derbas kiriye û miriye.
Li aliyê din, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser Selamî Akşît daxuyaniyek belav kir û mirina wî piştrast kir.
Cenazeyê Akşît dê sibe li bajarî wî, navçeya Eregliyê ya Konyayê bê veşartin.