Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser pêvajoyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku ew dê vê hefteyê di Komîsyona Parlamentoyê de xebatên Wezareta Dadê bi parlamenteran re parve bikin û gavên ku ji bo bihêzkirina yekîtiya civakî divê bên avêtin binirxînin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro ragihand, ji bo ku “pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin”.

Tunç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyek da.

Yilmaz Tunç got, "Em dê vê hefteyê di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de ya ku di bin sîwana TBMMyê (Parlamentoya Tirkiyeyê) de hatiye avakirin, wekî Wezareta Dadê xebatên xwe yên di vê pêvajoyê de bi parlamenterên xwe re parve bikin û gavên ku ji bo xurtkirina yekîtiya civakî divê bên avêtin binirxînin."

Tunç amaje pê kir ku tesbîtên komîsyonê û biryarên ku dê bide, dê rê li ber gavên wan ên paşerojê vekin û nexşerêyeke xurt ava bikin.

Wezîr Tunç diyar kir ku aramî û ewlehiya gel û bipêşketina welêt her tim di pêşiya karên wan de ye û wiha axivî:

"Armanca me Tirkiyeyeke bê teror e"

"Tirkiyeya ku ji zincîrên terorê rizgar bibe, dê enerjiya xwe ji bo bipêşketin û veberhênanê xerc bike, dê rê li ber mezinbûna aborî û refaha civakî vebe û welatê me dê di her warî de ber bi paşerojeke bextewartir ve biçe.

Tirkiyeya bê teror, ne tenê li ser axa welatê xwe, dê li herêmê û cîhanê jî bandor û hêza xwe zêde bike.

Ew aliyên şerxwaz ên ku naxwazin paşeroja welatê me ji îro geştir be, dê tu carî derfetê nebînin.

Bila gumana kesî nebe ku em dê her tim xwedî li emanetê şehîdên xwe yên ezîz ên ku ji bo welatê me canê xwe feda kirine derkevin û gavên ku di berjewendiya gelê me yê ezîz de divê bên avêtin, dê bi biryardarî bên avêtin.

Em dê di bin serokatiya bihêz a Serokkomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan de pêvajoya avakirina Sedsala Tirkiyeyê leztir bikin û em dê teqez bigihîjin îdeala xwe ya Tirkiyeya bê teror û ji nifşên xwe yên paşerojê re welatekî aramtir û ewletir bi mîras bihêlin."