Li Îmraliyê çi ji Ocalan hat pirsîn?

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê û rojnameger Şamîl Tayyar ragihand ku endamên Lomîsyonê ji Abdullah Ocalan pirsa pêvajoya çekdanîna PKKyê û mijara YPGyê kiriye.

Şandeya Komîsyona Pêvajoyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê pêk tê, 24ê Çiriya Paşîn ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.

 Parlamenterê berê yê AK Partiyê Şamîl Tayyar li ser hesabê xwe yê Xê hûrgiliyên civînê parve kirin.

Tayyar diyar kir ku civînê 3 demjimêran ajotiye û civîn bi vîdeoyê hatiye tomarkirin.

Du pirs ji Ocalan hatin kirin

Şamîl Tayyar got ku endamên Komîsyonê ji Ocalan du pirs kirine û ew pirs wiha rêz kirin:

“1- PKKyê biryara xwefesixkirin û çekdanînê da lê çima di pratîkê de ev pêvajo wekî ku tê xwestin berdewam nake?

2- Pirsgirêka YPGyê ya li Sûriyeyê çima çareser nabe?”

"Nexşerêyeke wî heye"

Bi gotina Tayyar, Ocalan bi kurtasî gotiye ku tevî mijara YPGyê jî ew dikarin hemû astengiyên ji pêşiya pêvajoyê rakin.

Tayyar da zanîn ku Ocalan gotiye, "Ji bo vê yekê nexşerêyeke ku diyar kiriye heye. Ez hûrgiliyan nebêjim."

Tayyar eşkere kir ku naveroka civînê bi berpirsên bilind ên dewletê re hatiye parvekirin û rewş bi hêvî hatiye dîtin lê hîn jî astengiyên cidî hene.