Abdulkadîr Selvî: Ocalan ji bo entegrasyonê peyameke zelal daye

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Abdulkadîr Selvî ragihand ku Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya li gel Komîsyonê de ji bo entegrasyona HSDyê ya bi Sûriyeyê re peyameke zelal daye.

Şandeya Komîsyona Pêvajoyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê pêk tê, 24ê Çiriya Paşîn ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.

Rojnameger Abdulkadîr Selvî di qunciknivîsa xwe ya îro de behsa hûrgiliyên hevdîtina şandeya Komîsyonê ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re kir.

Abdulkadir Selvî diyar kir ku Ocalan li ser HSDyê helwesteke zelal nîşan daye.

Selvî di nivîsa xwe de destnîşan kir ku hevdîtina li Îmraliyê erênî derbas bûye û got:

"Hevdîtina parlamenteran a bi Ocalan re yek ji mijarên herî zêde tê meraqkirin e.

Bi rastî ez jî meraq dikim. Tê gotin ku hevdîtin baş derbas bûye. Min herî zêde meraq dikir ka peyamek daye HSDyê yan na.

Loma min ji cihên ku ez gihiştimê pirsî. Ocalan, li ser entegrebûna HSDyê ya li nav Sûriyeyê peyameke zelal daye.

Wî dema xwestiye ku HSD entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe, sedemên wê jî nîşan dane. Amaje bi girîngiya wê yekê kiriye ku bibin perçeyekî Sûriyeya nû." 

Selvî bal kişand li ser pêvajoyê û bangên berê yên Ocalan û got:

"Hat nîqaşkirin ka banga Ocalan a 27ê Sibatê HSDyê li xwe digire yan na.

Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onderê rehmetî, bi zimanekî zelal gotibû ku ev bang HSDyê jî li xwe digire.

Lê tevî Peymana 10ê Adarê ya bi rêveberiya Şamê re, HSD heta niha jî xwe giran dike."

Selvî her wiha di nivîsê de bal kişand ser hevsengiyên navneteweyî û hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.

Selvî peyamên ji aliyê Amerîkayê ve hatine dayîn wiha rêz kirin:

"Tirkiye di vê mijarê de bi biryar e. Serokê Amerîkayê Trump, di hevdîtina bi Serokkomar Erdogan re li tîma xwe dizivire û dibêje, 'Tiştên li dijî Tirkiyeyê ji min re neyînin. Bi pêşniyarên çareseriyê werin ba min.'

Fermandarê CENTCOMê Cooper piştî hevdîtina Erdogan û Trump ji Mezlûm Ebdî re dibêje, 'Em dê heta hetayê li vir nebin. Bi Şamê re li hev bikin.'

Birêvebiriya Sûriyeyê jî ji bo vê entegrasyonê hewl dide.

Niha ji Ocalan pêngaveke nû hat ku dê lezê bide vê pêvajoyê.

Ocalan di hevdîtina bi parlamenteran re li ser entegrasyona HSDyê peyameke xurt daye."

"Ev derfet careke din nayê"

Abdulkadîr Selvî di beşa dawî ya nivîsa xwe de tekez kir ku konjonktura heyî ji bo Tirkiyeyê derfeteke dîrokî ye û rewş wiha nirxand:

"Di demekê de ku niha em û Amerîka nêzîkî hev bûne, li Şamê birêvebiriyeke dostê Tirkiyeyê heye, Ocalan li ser hev bangan dike û Tirkiye jî dema xwe ya herî bi hêz dijî, em vê karî çareser nekin ji bo Tirkiyeyê heyf e.

Çimkî ev derfet careke din bi dest nakeve."