Davutoglu qala 'guherîna nexşeyan' kir û hişyarî da Tirkiyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu got, “Li Rojhilata Navîn nexşe diguherin û divê Tirkiye bilezîne."
Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu di civîna heftane ya Partiya Rêya Nû de siyaseta Tirkiyeyê ya navxweyî û derve nirxand.
Ahmet Davutoglu hişyarî da ku li Rojhilata Navîn nexşe diguherin.
Davutoglu bal kişand ser girîngiya lezkirina pêvajoyê û got, "Li Rojhilata Navîn nexşe diguherin û divê Tirkiye ji bo pêvajoya çareseriyê bilezîne û pêngavên yasayî biavêje.
"Divê girtiyên siyasî bên berdan"
Davutoglu ji bo bi pêşveçûna pêvajoya çareseriyê çend merc rêz kirin û got:
“Ji bo bi pêşketina pêvajoyê divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û biryarên Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihkirin.”
Pêşniyara SEGBÎSê ji bo Ocalan
Davutoglu diyar kir ku di pêvajoya heyî de kesek li dijî guhdarkirina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan derneketiye û wan jî pêşniyar kiriye ku Ocalan bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji hemû Komîsyonê re biaxive.
Serokê Partiya Paşerojê li ser vê mijarê jî wiha axivî:
“Divê di navbera desthilat û mixalefetê de kanalên diyalogê berdewam vekirî bin û pêvajo li gorî niha bileztir bibe da ku destê kesên fitnebaz, têkder û xwedî nêrînên teng ên bêvîzyon ku îradeya civakê qirêj dikin xurt nebe.
Bila destê kesên qenc xurt bibe. Bêyî ku dereng bê mayîn divê ber bi armancê ve bimeşin."
Davutoglu amaje bi rola Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir û got:
"Me dît ku bi israra Birêz Bahçelî û piştre beşdariya Birêz Erdogan a bi awayekî çalak, pêvajo gihişte qonaxekê."
"Mijar bi serdana Îmraliyê hat sînordarkirin"
Lê belê Davutoglu rexne li hêdîbûna xebatên Komîsyonê girt û wiha pê de çû:
"Me di civînên xwe de berdewam ev tişt got, `Rê nedin ku ev komîsyon ji armanca bingehîn şaş bibe, heta 1ê Çiriya Pîşîn Komîsyon çi dike bila bike, bila şêwrên xwe bike û 1ê Çiriya Pêşîn pêngavên yasayî yên pêwîst bavêje.`
Lê du mehên dawî tevî ku li pêş Komîsyonê dosyayên girîng hene û divê amadehiyên yasayî bên kirin û pêvajo zêdetir li nav civakê belav bibe, mijar bi serdana Îmraliyê ve hat sînordarkirin.
Kesekî di vê pêvajoyê de îtiraza guhdarkirina Ocalan a ji aliyê Komîsyonê ve nekir.
Hema bêje her kesê li Komîsyonê nêrîna xwe bi awayekî erênî diyar kir. Lê rê û rêbaz girîng e.”