Li Îzmîrê belema koçberan bin av bû: Mirî û winda hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li beravên navçeya Karaburunê ya Îzmîrê, belemeke koçberan binav bû.

Di encamê de termê koçberekî hat dîtin, 17 koçber hatin rizgarkirin û koçberek jî winda ye.

Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera Fermandariya Ewlehiya Beravê ya Tirkiyeyê hatiye belavkirin, li beravên navçeya Karaburunê ya Îzmîrê belemeke ku koçber tê de av ketiyê û ji ber metirsiya binavbûnê koçberan daxwaza alîkariyê kiriye.

Li ser vê bangawaziyê, keştiyek, 4 bot û helîkoptereke Ewlehiya beravê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîman 17 koçberên di bota ku nîvê wê di bin avê de bû û li ser rûyê deryayê bûn rizgar kirin.

Tîman her wiha tîman termê koçberekî jî ji deryayê derxist.

Li gorî agahiyên ku ji koçberên rizgarkirî hatine wergirtin, koçberekî din jî winda ye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.