Metîner: Tirkiye ji statuya Kurdan a li Sûriyeyê aciz nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner diyar kir, "Heke HSD li Sûriyeyê tevlî artêşê bibe û entegrasyonê pêk bîne dê ji bo Tirkiyeyê nebe gef."

Metîner her got, "Bila her kes zanibe ku Tirkiyeya di serokatiya Erdogan de bi ti awayî ji statuya Kurdan a li Sûriyeyê aciz nabe. Berevajî vê bawer dike ku divê Kurd bibin xwedî statu."

Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Serokê Giştî yê Komeleya Demokrasî û Yekîtiyê (DEMBÎRDER) Mehmet Metîner bû mêvanê Rûdawê li ser mijarên di rojevê de pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Metîner diyar kir ku pêwîstî bi zanîna hûrgiliyên hevdîtina Endamên Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Feti Yildiz (MHP), Huseyîn Yayman (AK Partî) û Gulistan Koçyîgît (DEM Partî) ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re nîne.

“Yasayên vegerê dê bên amadekirin”

Metîner got, “Hevdîtin gelekî erênî derbas bû. Înşalah em dê Pêvajoya Çareseriyê bi serkeftî bi dawî bikin.

Em dê aştiyeke adil û bi rûmet ku her kes qezenc bike pêk bînin. Pêwîstî pê nîne ku em hûrgiliyên axaftinên li Îmraliyê bizanin.

Em hikûmeteke encam-xwez in. Ya esas pêkhatina armancê ye. Hevdîtineke erênî pêk hat.

Înşalah piştî danîna çekan dê yasayên vegerê bên amadekirin. Pêvajoyeke aştiyê ya topyekûn dê were avakirin.

Piştî ku çek ji metirsîbûnê derketin em dê bi hamleyên xurt ên demokratîk Tirkiyeyeke nû ava bikin.”

“Em HSDyê bi serê xwe wekî metirsiyekê nabînin”

Metîner pirsa li ser mercê danîna çekan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha bersivand:

“PKK berê ji bo Tirkiyeyê gefek bû. Îro dibêje dê çekan deyne û xwe fesix bike. Loma dema PKK xwe fesix bike û çekan deyne dê ji bo Tirkiyeyê nebe gef.

Ez bawer nakim ku HSDya baskê Sûriyeyê yê PKKyê ji bo Tirkiyeyê gefê pêk bîne.

Eger pêvajo bi ser bikeve dê HSD bi awayekî xurt entegreyî rejîma Şamê bibe û ji bo Tirkiyeyê nebe gef. Loma em HSDyê bi serê xwe wekî gefekê nabînin.

Eger HSD li gorî deklarasyona Ocalan a 27ê Sibatê tevbigere, çekan ji metirsiyê derxe û bibe hevpeymana Tirkiyeyê, çawa ku li Kurdistana Îraqê dostê Tirkiyeyê ye li wir jî wisa be, Tirkiye ti carî HSDyê wekî gefekê nabîne.”

“Tirkiye ji statuya Kurdan aciz nabe”

Mehmet Metîner li ser statuya Kurdan wiha anî zimên:

“Bila her kes zanibe ku Tirkiyeya di serokatiya Erdogan de bi ti awayî ji statuya Kurdan a li Sûriyeyê aciz nabe. Berevajî vê bawer dike ku divê Kurd bibin xwedî statu.

Çawa ku statuya Kurdan li Îraqê heye û ev statu ji bo Tirkiyeyê ne gef e û îro Kurdên Îraqê û Kurdên Tirkiyeyê, hikûmeta me ya di serokatiya Erdogan de hevpeymanên can û cîger in; sibê dema PKK çekan deyne û HSD jî di vê paradigmaya nû de tev li rêveberiya Şamê bibe, dê ji bo Tirkiyeyê nebe gef. Berevajî vê dê bibe hêzeke qezencê ya Tirkiyeyê.

Helbet em girîngiyê didin wê yekê ku HSD bibêje helwesta wan a dijminane li hemberî Tirkiyeyê nîne û dê nebe.

Em bawer dikin ku divê ev di pratîkê de jî were nîşandan. Ez dixwazim bibêjim ku di pêvajoyê de HSD wekî gef nayê dîtin. Înşalah em dê girêka Sûriyeyê jî vebikin.”

“Divê bingeha yasayî ya vegera PKKyiyan bê avakirin”

Metîner li ser yasayên vegerê jî wiha axivî:

“Komîsyonê xebatên xwe qedandin. Niha di qonaxa raportkirinê de ye.

Em dê rojên pêş me bibînin bê ka çi yasa ji Parlamentoyê derdikevin.

Nêrîna min a şexsî ew e ku divê bingeheke yasayî were avakirin ku çiya bi temamî û gav bi gav were valakirin û her kes vegere mala xwe ya Tirkiyeyê.

Divê kes li derve nemîne. Yên neçar mane li derveyî Tirkiyeyê bijîn divê vegerin. Divê yên di girtîgehan de ne jî gav bi gav bên berdan.”

“Divê em aştiyeke mezin ava bikin”

Metîner di dawiya axaftina xwe de wiha got:

“Ez bawer dikim ku divê bingeheke hiqûqî bê avakirin. Divê em vê pirsgirêkê bi wêrekiyê ji kokê ve çareser bikin û aştiyeke mezin ava bikin.

Divê em hembêzkirineke mezin pêk bînin û di vê mijarê de bi sebir bin. Pêkanîna vê ya bi awayekî gav bi gav gelekî girîng e.

Dema civak bibîne ku pirsgirêk di vê atmosfera baweriyê de çareser dibe, dê ji gavên paşê şikê neke.

Loma li şûna helwesta radîkal a ‘ya hemû ya hîç’, ez bawer dikim ku divê bingeheke yasayî were avakirin ku gav bi gav her kesî bi civakê re bîne cem hev û vegera li mala wan misoger bike.

Ez bawer im hikûmeta me ya heyî û partiyên ku pêvajoyê dimeşînin dê di vê mijarê de erkên xwe bi cih bînin.”