Stenbol (Rûdaw) – Rojeva îro ya rojnameyan dîsa bi giştî li ser şerê li Bakurê Kurdistanê ye. Rojnameya Cumhuriyetê li ser zarê parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder gotiye, nûçeyên ku behsa hevdîtina dewlet û Ocalan dikin, hemû derew in çimkî êdî rûyê dewlet tine bi Ocalan re hevdîtin bike. Her wiha behsa wê yekê hatiye kirin ku roja 29ê mehê saziyên sivîl li dijî şer dest ji kar berdidin.
TARAF
-Li herêmê şerrê ji bo kişandina gel bi aliyê xwe ve…
Di operasyonên van du mehan de 39 ji hêzên ewlehiyê bi dehan ji sivîlan gellek kes hatin kuştin. Niha herdû alî jî wê hewlê didin ku gel bi alî xwe ve bikêşin. PKK stratejiya xwe guherand, piştî ku dît di siyaseta xendekan de zêde nikare xelkê bi alî xwe ve bikêşe, îca dê şerrê ku didomîne rakêşe ser demeke dirêj. Mal û milkên kesên koçkirî dê li yên mayî belav bike. Di mehên havînî de jî dê"projeya kantonan" têxe rojevê. Li aliyê din li hember vê hewla PKKê hikûmet jî seferber bû, ji bo çareseriyeke bilez li rêçareyan digere. Li gor rapora bi koda "bilez" ku ji alî hêzên ewlehiyê ve ji herêmê re hat şandin bo hikûmetê tê xwestin ku pirr bilez divê hikûmet li gel xelkê dilxwaz ku alîgiriya dewletê dike ku ew jî tê de zû bi zû maseyeke çaresereyê li hev bê rastkirin.
MILLIYET
-Plana li ser Sûrê.
Wezîra Jîngeh û Şarevaniyê Fatma Sari; li başûrê rojhelatê Tirkiyê ji ber şerr dê şerpezetiya maxdûran bi awayekî çareser bikin. Ji bo navçeya Sûrê li Diyarbekir ji niha de ji bo avedaniyê proje amade ne. An TOKi an jî wezareta wan dê hemû xaniyên hilşiyayî û yên li ber herrifandinê ji nû ve ava bikin û teslîmî xweyiyan bikin. Di dema avasaziyê de dê şênî ji bo demekê li cihekî ku ji bo wan hatiye terxankirin bên hewandin heta ku derbasî nav malên xwe yên nû dibin.
- Malbat bi tevahî DAIŞî derket. Li şarê Konya Mahîr Ûlaş li gel jina xwe û du keçên xwe ji bo tevli DAiŞ bibin derbası Sûrî dibûn, herdû keçên wî pê li mayînan kirin û mirin. Raporên îstîxbarî, Ulaş bi xwe ji alî DAIŞ ve weke xwekujekî dê bê şandin ji bo nav Tirkiyê.Tedbîrên ewlehîyê li ser sînor û nav bajaran di asta herî bilind de hatin wergirtin.
HABER TURK
-Li Şernexê PKKyî agir bi pirtûkxaneyê xistin…
Pirtûkxaneya ku di nav Navenda Çandê ya bajêr de bû, bi carekê ji ber molotofên hatin avêtin, agir lê hilperrikî, ji 39 hezar kitêbên tê de ji %90ê wan ku bi bihayê 20 milyon lîreyî bûn hemû şewitîn. Kesên li hundir sax filiîn.
CUMHURIYET
-"Ancax were çayeke qaçax vexwe û here"
Sirri Surreya Onder, li ser daxwaza Dawudoglû ji bo ew û HDP hev bibînin li ser esasên destûra bingehin, got bila pêşî aloziya ku li herêmê peyda kirine ji hev safî bike hê were. Li wir, mafê jiyanê li aliyekî xelk nema kare cendekên kuştiyên xwe veşêre hemû wiha li aziyê mane. Heta rewşa li herêmê sererast nekin ku werin, ancax çayekê vexwin û herin. Wekî ku tê gotin şikra dewlet bi Ocalan re van deman hevdîtinan jî dike, hemû derew in. Ji bo dilê xelkê têkeve cî van derewan belav dikin. Rûyê dewletê nema digre Ocalan bibîne.
TURKIYE
-Xaîntiya bi vî rengî…
Li Şernexê PKKê agir bi pirtûkxabeyê xist ku hundir tije zarok bûn, hêzên arvemêriyê yên şaredariya HDPê dereng hatin û dest jî nedanê, vemirandina agir ma li hêviya polîs û tanqên TOMAyan.
- Balafirxaneya nû ya Stembolê êdî rûyê xwe nîşan dide. 10 hezar û 200 karker li gel 2 hezar kamyonan bi şev û roj lê kar dikin. Biryar e di sala 2018an de di roja jidayîkbûna Erdogan de temam bibe, weke diyariya rojbûna wî.
GUNDEM
-Plana komkujiyê di xendekan de asê ma…
Li Sûrê 25 li Kerboranê 16 li Cizîr û Silopya 13 roj in şerr didome. Li gel plana serfermandeya leşkerî û Serayê hemû êrîşên komkijiyê li gel bi 10 hezar leşker û tîmên taybet li berxwedana gel û xendek û hêzên YDGHê ertilîn.
- Li Roboskê piştî 4 salan bi komkujiyê, niha dewlet zorê dide şêniyên wê ku bibin cerdevan.
EVTENSEL
-Ji bo aştiyê dê dev ji kar berdin.
Sendîkayên KESK, DISK, TMMOB dê 29ê mehê roja sêşemê ji bo şerrê li herêmê û qedexetiya derketina der protesto bikin, dê li tevahiya Tirkiyê dest ji kar berdin û mîtîng û meşan li dar bixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse