Operasyon li hemberî DAIŞÊ
Îro serê sibê li çend navçeyên Stenbolê operasyonek li hemberî DAIŞê birêve çû. Di çarçoveya operasyonê de hejmareke zêde kesên bi tometa endamtiya DAIŞê hatine destgîrkirin.
Erdogan Li Efrîkayê ye
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di duyemîn roja geşta xwe ya Efrîkayê de ligel rayedarên Sûdanê axivî. Erdogan li vir jî mijara Orşelîm anî rojevê û rexneyên giran li Serokê Amerîkayê Donald Trump û Îsraîlê girtin. Erdogan îro diçe Çad û Tûnûsê.
Biryarnameya Nû: Dawiya Dewleta Hiqûqî
Di rojeva Tirkiyê de ragihandina biryarnameyên nû dîsa mijara sereke ye û ragêşiya li ser vê jî berz dibe. Partiyên dijbereyê bertekên tund nîşanî van herdû biryarnameyan didin û bi taybetî jî du madeyên biryarnameyên nû weke dawiya dewleta hiqûqî û sedema şerê navxweyî bi nav dikin. Pispor û hiqûqnas jî di heman helwestê de ne. Serokomarê berê Abdullah Gul jî li ser hesabê xwe yê twiterê peyamek ragihand û naveroka biryarnameyan weke cihê xetereye bi navkir. TUSIAD jî bi daxuyaniyekê biryarnameyê weke cihê gumanê binav dike. Yekîtiya BAROyan jî diyar kir ku ew biryarname hiqûqê ji holê radike.
Tevî berteg û dijberiyên tund jî nûnerên partiya desthilat AK Partî van nirx û rexneyan red dike. Li gorî berpirsên AK Partiyê biryarname di cî de ne. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî palpiştiya biryarnameyan dike û kesên dijber jî weke “endamên FETOyê” bi nav dike.
Madeyê 121ê di derbarê muafiyeta darazê ji bo kesên ku beşdarî rawestandina rûdanên terorî dibin, herî zêde dibe sedema dijberiyan. Herwiha cilên yek reng ji bo girtiyan jî dibe hedefa rexneyan. Gelek nivîskarên rojnameyan jî di warê hiqûqî de biryarnameyê dinirxînin di nivîsên xwe de û ew jî nezelaliya naveroka biryarnameyan tînin ziman.
Manşet:
Hurriyet: Gengeşe ji bo zirxa sivîlan
Rojnameya Hurriyetê li ser mijara biryarnameyên nû ragihandiye: Dijbere bertekên tund nîşanî biryarnameya ku zirxa darazê ji bo sivîlan bi xwe re tîne dide. Desthilat jî dibê ew tenê ji bo şeva derbeyê û roja din û kesên ku beşdarî rûdanên herdû rojan bûne derbasdar e.
Sozcu: Biryarnameya ku wê xelkê bera hev bide
Rojnameya Sozcuyê di mamşeta xwe de nivîsandiye: Piştî ku li hemberî biryarnameyê civak kete nava înfîalê, partiya desthilat gavên xwe paş de diavêje. Mahîr Ûnal û Abdulhamît Gul dibên ew made tenê ji bo herdû rojên dema derbeyê ye lê di rojnameya fermî de tişta ku hatiye nivîsîn wiha nabêje.
Milliyet: Gengeşeya madeya 121.
Rojnameya Miliyetê jî ragihandiye: Piştî rexne û dijberiyên li hemberî vê madeyê ku di biryarnameya nû de cîh digire, partiya desthilat ragihand ku ew made tenê ji bo 15 û 16ê tîrmehê muteber e. Wezîrî dadê Gul jî got pêkan e ku naveroka wê madeyê bê guhertin.
Haber Turk: Ragêşiya bê cezayetiyê
Rojnameya Haber Turk jî li ser vê mijarê gotiye: Mûafiyeta darazê ji bo kesên ku beşdarî rawestandina hewla derbeyê bûne ya di biryarnameya dawîn de dibe sedema ragêşiyê. Desthilat dibêje xelet hatiye famkirin, opozisyon dibêje wê demê rast binivîsin.
Posta: Tenê du roj
Rojnameya Posta jî manşeta xwe wiha daye: Muafiyeta dadî ya ji bo kesên ku beşdarî rawestandina hewla derbeyê bûne dibe cihê ragêşiyê. Mahîr Ûnal berdevkê AKPê piştî dijberiyan daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew zirx tenê ji b odu rojên dema derbeyê muteber e.
Karar: Bila ji nû ve bê nivîsîn û gengeşe jî bi dawî bê
Rojnameya Kararê nivîsandiye: Îfadeyên ne zelal yên ji bo parêznameya sivîlên ku beşdarî serhildana li hemberî derbeyê bûne, bû sedema gengeşeyê. Metirsiya ku wê ew ji bo kes û tawanên din jî bikarbê, helwesta dijberane derdixe pêş. Hiqûqnas di heman fikrê de ne da ku ew made ji nû ve bê parastin.
Guneş: Parêzerên FETOyê
Rojnameya Guneşê jî dibêje: Biryarnameya ku ji bo kesên ku sîngê xwe ji derebkaran re kirine mertal, CHP dîn kir. Tanrikûlû, Tezcan û Aksungerê CHPyî biryarname berevajî nirxandin û parêzeriya FETOyê kirin.
BîrGun: Bertek weke aşûtê tên
Rojnameya BirGunê jî cih daye bertekên li hemberî biryarnameye û nivîsandiye: Piştî ku hemû derdor rabûn ser piya, partiya desthilat gava xwe paş de avêt û got tenê bo du rojên derbeyê muteber e.
Vatan: Muafiyet tenê bo wê şevê ye
Hikumet radigihîne da ku parêzbendiya sivîlan tenê ji bo şeva derbeyê derbasdar e.
Evrensel: Dawiya dewleta hiquqî bi fermî hat
YeniÇag: Ji bo biryarnameya nivîskî, temînata devkî
Mîlat: Partiya Antîmîllet
Aydinlik: Sînordar bikin
Dîrîlîş Postasi: Ma bila Nene Hatûn jî bête darizandin?
YenîAsya: Divê demildest paş ve bê kişandin
Li Sûriye Rêxistineke Nû
Beriya çend rojan hatibû ragihandin ku li Sûriye bi beşdariya YPG, YPJ û HSDê wê arteşeke bê avakirin. Îro ew mijar ji aliyê rojnameyeke Tirkiye ve bi awayekî din hatiye ragihandin.
Yenî Şakfak: Rêxistina terorî ya nû ya Amerîkayê
Rojnameya Yenî Şafak ev mijar wiha da: Amerîka ya ku bi hevkariya PKKê ji sê paran parek ji aşa Sûriye kontrol dike, rêxistineke nû avakir. Ji bo rêxistina nû ya bi navê Ceyş El Sûriye El Cedît li Hesekê û Dêyrezorê 3 kampên terorî hatine damezrandin. 2 hezar 500 PKKyî jî bo vê rêxistina nû hatin veguhestin. CSC dê cihê rêxistina paravan HSD ya ser bi PKKê ve bigire.
Yenî Bîrlîk: PYD terorîst e
Rojnameya Yenî Birlikê nivîsandiye: Layenên dijbereya Sûrî dosyayek pêşkêşî şandêrê teybet yê Neteweyên Yekbûyî De Mîstûra kirin û daxwaz kikin da ku PYD di nava lîsteya terorî de bê bicîkirin. Şanda leşkerî ya dijbereya Sûrî li Astanayê bi Dê Mîstûra re hatin ba hev.
Doza Rojnamegeran
Di çarçoveya dozên rojnamegerên girtî de, xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê derketin pêşberî dadgehê. Dadger, li ser rexneyên wî yên li hemberî hikumetê rojnameger Ahmet Şik ji danişînê derkir û biryar da ku ew beşdarî dadgehê nebe.
Cumhuriyet: Mafê parastinê jî hat rapêşkirin
Li Bakurê Kurdistanê Rapirsî
Kompaiya bi navê MAK ku nêzikî hikumetê ye, li 23 bajarên Bakurê Kurdistanê rapirsiyek kiriye. Li gorî anketê ji sedî 61ê xelkê Bakurê Kurdistanê diyar dike ku ewê di hilbijartinên 2019an de dengê xwe bidin Erdogan.
Sabah: Ji Rojhilat Piştgiriya Mezin Bo Erdogan
Rojnameya Sabahê wiha behsa rapirsiyê dike: Li gorî rapirsiya MAKê ya ku li 23 bajaran bi beşdariya 2 hezar 445 kesan encam daye, berpirsê sereke yê geşedanên il herêmê PKK ye. Ji sedî 61ê xelkê jî dide zanîn ku ewê di hilbijartinên 2019an de dengê xwe bidin Erdogan. Zêdeyî nîvê xelkê jî didin zanîn ku xizmetguzariya li herêmên din ên Tirkiye, li vê herê mê jî tê kirin.
3 Partî Dikarin Bikevin Parlemenê
Li gorî rapirisya ku ji aliyê Nevenda Lêkolînên Aborî ya Stenbolê ve hatiye kirin, di halê hazir de 3 partî dikarin bikevin parlemenê. Rêjeya dengê partiyan wiha ye: AKP: 39.2 – CHP: 18.4 – İYİ Partî: 10.5. Rêjeya dengên HDP bûye 9,7, MHP 5.7. Herwiha ji sedî 10.9ê xelkê jî bê biryar e.
Pîrozbahiyên sersalê qedexe ne
Piştî ku Miduriyeta Ewlehiya Stenbolê pîrozbahiyên li meydana Texsîmê qedexe kir, Qeymaqemtiya Beşîktaşê jî pîrozbahiyên li vê navçeyê bi hinceta ewlehiyê qedexe kir.
Li Colemêrgê pêvçûn: 3 Leşker mirin
Li Stenbolê bêhneke kîmyewî bû sedem ku 60 nexweş bibin
Nivîsîn: Aydin Bayram
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse