RÛDAW TAYBET - Santa Claûs: Naskiriyê cîhanê û rêçên wî li Behra Spî

Antalya (Rûdaw) - Ji bo naskirineke zêdetir û dîtina rêçikên Santa Claûs, diviyabû em berê xwe bidin Antalya. Piştî rêya bi qederê seatekê ji Stenbolê em digihîjin Antalya, bajarê geşt û bedewiyên ciyawaz. Lê ji navenda bajêr ta cîh û warên Santa Claûs jî diviyabû em rêyeke bi qasî 3 seat nîvan li dû xwe bihêlin. Qiraxên dawiya sînorê Tirkiye û Behra Spî, navçe û bajarokên bihûştane û di dawiyê de jî Patara.

 

Patara ku ser bi navçeya Kaşê ve girêdayî ye, cihê ku Baba Noel ango Santa Claûs lê hatiye dinê. Ew der bajarek antîk, bermahiyeke hezaran sal berê. Patara girîngtirîn bajarê Lîkyayê ye û ji bo wê şaristaniyê peytextî jî kiriye. Yek ji navendên kehanetên Apollon e.


Di heman demê de lengergeheke xurek û genimbûye da ku ji Anotolê berv bi Romayê ve dihatiye şandin. Heta serdema Bîzansê jî Patara navendeke girîng a krîstiyan bûye. Saint Nicholas ku weke Santa Claûs jî tê naskirin piştî zayîna Îsa di sala 300î de li vir ji dayîk bûye. Bawerî ew e ku Nîcholas di dema xwe de gelek keramet kirine, kesekî wisabûye ku ji xêr û xêrxwaziyê wê de tiştek di jiyana wî de nebûye. Bajarê ku ew lê xwedê daye, niha bi piranî zivirîye xirbeyekî. Pez lê diçêre û her sal nêzikî 30 hezar kes seredana wir dike. Ji ber ku bermahiyên bajêr li deverek mezin in, gundê Patara ku hîna jî xelk lê ye, di nava wê deverê de maye ku weke muzexaneyek servekirî hatiye îlankirin. Lê ew ji Santa Claûs jî ji vê xezîneya dîrokî jî bê hay dijîn.


Niştecihê Patarayê Saîm Kîriş wiha behsa Santa Claûs dike: “Welleh tiştek neguhirî piştî ku ew der hat kifşkirin. Herkes tê wezîfeya xwe dike û diçe. Jiyan me weke xwe berdewam e. Halê feqîran ew e. Havînan ev der gelekî qerebelix dibe. Ez 80 salî me lê Noel Baba nizanim. Gelekî qala wî dikin lê ez nizanim. Men nabîhistiye ku ew li vir xwedê daye. Li gorî ku ez dizanim mekanê wî li Demre ye. Zarok cil milan li xwe dikin û texlîda wî dikin. Ez wekî din nizanim. Tên van deran dikolin lê em nizanin. Lê ger misilman be jî nebe jî mekanê wî bihûşt be. Tişta ku misilmanek bike ew e. Misilman eziyet bi kesî nake.”


Her ciqasî Patara di vî halî de be jî, cihekî din ku Santa Claûs jiyan lê kiriye û piraniya temenê xwe lê derbas kiriye û lê rehmet kiriye qedreke balkêş bi wî dane. Ew der navçeya Demre ye ku nêzikî 60 kêlometir dûrî Patarayê ye. Li vir kenîseya ku Claûs lê wezîfedar bûye, û gelek cîhûwarên din ku rêçikên wî lê hene, kevnahiya bi hezaran sal pêşkêşî serdemiyên heyî dike. Kenîseya wî hinekî hatiye restorekirin, bexçe û jiyangeha wî weke muzexaneyekê hatiye veguhestin.


Clûs ku niha bêhtir weke Baba Nol tê zanîn, bi dehan sal di hundirê vê kenîseyê de, xêr û xêrwazî, rê û rêzika baştirîn însaniyetê nişanî xelkê daye. Li diwar û bana kenîseyê neqş û nîgarên ku beriya hezaran sal hatine xemilandin xisarên mezin ji destê kesên nediyar dîtine. Wêraniyek mezin li vê bîrgehê hatiye kirin lê beriya demekê ew ji bo geştiyaran hatiye duristkirin. Niha jî bêhtir ew der weke deriyekî dahatê tê bikaranîn. Kesên ji wî hayîdar jî xemgîniya xwe bi vê tînin ziman.


Derbarê vê mijarê de nişteciha Demreyê Nergîz Mehmetoglû jî wiha got: “Ji ber ku Noel Baba li vir xizmeta xelkê kiriye geştiyar baweriya xwe bi wî tînin û têne vir. Tên dia dikin. Bawer dikin ku diayên wan qebûl dibin û gelek kes têne vir. Ne tenê kristiyan lê misilman jî têne seredana vir. Dîsan jî ez ne bawerim ku qîmeta ku ew heq dike bo wî tê dan. Biyanî bêhtir qimeta wî dizanin. Termê wî bo Îtalyayê hatiye revandin.”


Ji ber ku salane nêzikî 500 hezar geştiyar seredana rêç û wargehên Santa Claûs ên li vê navçeyê dikin, nîşaneyên wî li gelek deverên bajêr hatine danîn. Heta kuçeyek jî bi navê wî hatiye duristkirin. Her sal di şeşê Mijdarê de li Kenîseya wî bîranîn û ayîneke mazin tê lidarxistin û ji alema krîstiyanan jî payebilind û protokoleke mezin beşdar dibe. Li aliyê din logoya Şaredariya Navçeyê jî Noel Baba ye. Rêvebirên bajêr wî weke ewliya û ezîzekî, weke mîrateyeke hevpar a alemê bi nav dikin. Tevî ku salên dawîn li Tirkiye helwesteke dijber li hemberî Noel û Noel baba peyda bûye jî niştecihên Demreyê hemşehritiya Claûs weke bextewariyekê bi nav dikin.


Cîgirê Şaredarê Demreyê Faruk Akbudak jî diyar kir ku pêkan e ku meriv birek eserên Lîkyayê li vir bibîne û wiha pê de çû: “Di nava van de jî ya herî balkêş kenîseya Noel Baba ye ku ew weke Ezîz Nîcolas jî tê naskirin. Li vê navçeyê mezin bûye û jiya ye. Gelek mûcîze li vir ji destê wî hatine. Zarok û behrewan gelekî diparastine. di 6ê Berfanbara 343an de di 65 saliya xwe de li vir rehmet kiriye. Termê wî ji alî behrewanên Îtalyayê ve ji vir hatiye birin bo Îtalya. Hestiyên wî jî niha li Romayê ne. Li gorî min Noel Baba yek ji wan kesan e ku beriya Îslamê xelk vedixwendiye rêya rast. Bi min ew kesekî pîroz û ezîzekî Anatolê ye. Weke Mevlana weke Yûnûs Emre. Bi saya wî navçeya me li Tirkiye sêyemîn cîh e ku geştiyar seredana wê dikin. Hezkirina digel wî her sal zêde dibe. Zêdetir Rûs tên û qîmeta wî digirin. Logoya me jî Noel Baba ye. Ew mezinê me ye. Ew bo me şansek e û em bang li herkesî dikin ku bên û cîhûwarê wî bibînin.”


Li vê navçeyê yek wargeha ku cihê pêyên Santa Claûs lêye jî bajarê Entîk Myra ye. weke bi sedan cihên li vê herêmê, Myra jî ew der e ku çîroka Îskenderê Mezin, ji Şaristaniya Lîkyayê bigire heta Bîzans û Osmaniyan lê esirî ye. Arenaya mezin, sosretiya ku li keviran hatiye xemilandin, şikeftên ku bi estetîk û heyirîmayîneke bêhempa hatine çêkirin û awêneyê mîtolojîk dike ku meriv li vir weke qerekterek çendîn serdem berê li vir biponije.


Her çiqasî tu eleqeya Santa Claûs û profîlê Baba Noel ku îro li ser rûyê cîhanê tê zanîn bi hev tunebe jî, çanda kapîtalê ew jî bo xwe kiriye kertikeke kirîn û firotinê. Bi taybetî di demên sersalê de bi milyon dolaran danûstandin bi navê wî tê kirin û piraniya cîhanê jî bê hay e ji rêzik û rêçika wî ya li keviya Behra Spî.