AK Partî: Pêvajo wekî ku hatiye plankirin didome

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê AK Partiyê  Efkan Ala derbarê pêvajoya nû ragihand ku pêvajo wekî ku hatiye plankirin didome.

Efkan Ala her wiha tekez kir ku ew maf û hiqûqa welatiyan nakin mijara bazarê û got, "Ji bo ku Tirkiye bêtir bibe xwedî gotin, me ev proje da destpêkirin."

Wekîlê Serokê AK Partiyê  Efkan Ala îro li Enqereyê beşdarî Komxebata Perwerdeyê ya Yekîtiya Demokratan a Navdewletî (UID) bû û li wir pêjayê nû jî nirxand.

Efkan Ala diyar kir ku kar û xebatên "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" gihiştiye astekê û xebatên ji bo amadekirina raporê dê berdewam bikin.

"Pêvajo wekî ku me pêşbînî kiribû didome"

Efkan Ala di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dê pêvajoyê bigihînin encamê û got:

"Wekî ku me pêşbînî kiribû pêvajo didome. Em dê pêvajoyê bi encam bikin.

Em dê bigihîjin armanca xwe. Tirkiye bi tevahî, bi gavên ewle dê di rêya xwe de berdewam bike."

Wekîlê Serokê AK Partiyê amaje bi wê yekê kir ku armanca wan xurtkirina pêgeha Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû:

"Pêdiviya me bi Tirkiyeyeke bihêztir heye. Ji bo ku em bêtir bibin xwedî gotin û em karibin bêtir dadmendî û rûmetê bibin cîhanê, me ev proje da destpêkirin."

"Mijara bazarê nîne"

Efkan Ala bal kişand ser mafên welatiyan û diyar kir ku ew mafên bingehîn nakin mijara danûstandinên siyasî û got:

"Li parlamentoyê Komîsyonek hat avakirin û dest bi amadekirina raporê kiriye.

Em heq û hiqûqa welatiyên xwe ku wekî şîrê dayikê heq e, nakin mijara bazarê.

Eger heq hebe em radest dikin. Têgihiştina me ya siyasî ev e. Yekîtiya welat û aramiya 86 milyonan nabe mijara bazarê."