SAMER: Herî zêde Ocalan berpirsiyariya xwe bi cih aniye
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya SAMERê piraniya xelkê Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan do pêvajoya nû de berpirsiyariya xwe bi cih aniye.
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê (SAMER) encamên rapirsiya xwe ya li ser pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.
Li gorî encaman, piraniya beşdaran difikirin ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di pêvajoyê de berpirsiyariya xwe bi cih aniye û piştgiriyê didin "Mafê Hêviyê".
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di mehên kanûna paşîn, adar, gulan û çiriya pêşîn yên îsal de li 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi 6 hezar û 64 kesan re lêkolînek kir.
Lêkolîn li ser pêvajoya çareseriyê û çend mijarên din hat kirin û encamên wê wekî rapor pêşkêşî raya giştî hatin kirin.
Ocalan di rêza yekem de ye
Li ser pirsa “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de aktoran di kîjan astê de berpirsiyariya xwe bi cih aniye?”, ji sedî 42,9ê beşdaran gotiye Abdullah Ocalan roleke girîng lîstiye û wekî pêwîst berpirsiyariya xwe bi cih aniye.
Rêzbendiya aktorên din wiha ye:
- PKK: Ji sedî 40,5
- Saziyên Civaka Sivîl: Ji sedî 25,3
- Desthilat: Ji sedî 24,8
- Parlamentoya Tirkiyeyê: Ji sedî 22,1
- Mixalefeta Tirkiyeyê: Ji sedî 20,3
Piştgiriya ji bo "Mafê Hêviyê"
Di rapirsiyê de mijara "Mafê Hêviyê" jî hat pirsîn.
Ji sedî 71,9ê beşdaran diyar kiriye ku divê “Mafê Hêviyê” bi awayekî yasayî bê naskirin.