Hewlêr (Rûdaw) – Di encama ji rê derketina otobûsekê de li ser rêya navbera bajarên Sêwas û Enqere yên Tirkiyê, 9 rêwî mirin û gellek ji wan jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya Tirkiyê, îro (27.01.2014) otobûsa ku ji bajarê Wanê ber bi Enqerê ve diçû, li devera Yaraşbelî ya Sêwasê ji cemedê ji rê derket û girêl bû.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 9 kes mirin û 38 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin, gellek ambulans û tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşiya Sêwasê.
Hat xuyakirin ku ji ber giranbûna birîna hinek birîndaran dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse