Li Tirkiyê rakirina hîcaba jinan bûye trenda medayaya civakî
Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê li ser medyaya civakî di van demên dawîn de trendeke nû dest pê kiriye. #10YearChallenge yan jî guherîna deh salan weke modayeke nû û mezin li cîhanê belav dibe. Xelk wêneyên xwe yên beriya deh salan didin ber yên niha û parve dikin, daku ew guherîna xwe ya deh salan bibînin. Lê li Tirkiye bi rêjeyeke zêde keç û jinên ku berê sergirtî bûne û piştre vekirine, wan herdu wêneyên xwe parve dikin û halê xwe yê nû weke ‘azadî’ bi nav dikin.
#10YearChallenge ango guherîna deh salan, trenda herî dawîn e, ku bi taybetî li ser medya civakî ref bi ref belav dibe.
Di destpêkê de kesên navdar wêneyên xwe yên beriya deh salan û ên niha dan ber hev û parvekirin. Ew li hemû cîhanê bû kampanyayek mezin û bi milyonan kes beşdarî wê kampanyayê bûn. Lê li Tirkiye beşeke balkêş lê zêde bû.
Ew modaya ku herkes ji aliyekî ve başdar bû, li Tirkiye jî eleqeyeke mezin dibîne. Lê beşdariya keç û jinên dîndar nîqaşeke nû li rojeva Tirkiye zêde kir. Xelk bi nêrînên cuda nêzikî mijarê dibini.
Nejbîre Kaman yek ji welatiyên Stenbolê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got: “Ez ne di cî de dibînim. Carê vekirî carê girtî nabe. Ez ne di cî de dibînim.”
Buşra Cebecî ku bixwe rojnamevan e, niha li Tirkiyê bûye weke sembola wê kempînê. Ji ber ku ew jî berê sergirtî bûye û paşê vekiriye û him jî weke rojnamevan çend rêzenûçe çêkirine, ew bi vê trendê navdar bûye. Lê Bûşra dide zanîn, ku her kes ji ber çîrokeke xwe ya takekesî beşdar dibe û sedem cuda cuda ne. Sedema mezin ku wê dîtiye jî, şaşiya oldariya serdest e.
Welatiya bi anvê Gamze Kandemîr jî dibêje: “Dema ku serê xwe vekin, parve bikin û bêjin ez azadim durust nîne bi ya min. Servekirin azadî nîne. Ez nizanim ku sedema wan çi ye, lê ez bi wan re hemfikir nînim û nizanim zihniyeta wan jî çi ye.”
Bûşra Cebecî, welatiyeka din a Stenbolê dide xuyakirin: “Ez gelek dereng beşdarî wê trendê bûm. Min dît li kêfa min çû û min jî wêneyên xwe parve kirin. Dema min nûçe çêkirin bi sedan peyam ji min re hatin. Min dît ku rêjeyek zêde ya jinan dixwazin serê xwe vekin. Yek ji sedemên vê yekê bandora desthilatê ye. Gelek kes di wê baweriyê de ne ku îslama siyasî hundirê gelek tiştan vala dike. Dema serê we girtî be, ew dibe nasnameyek. Gelek jin naxwazin ku sergirtin bibe nasnameya wan a sereke. Çawa ku girtin azadî ye, vekirin jî azadî ye.”
Ji ber ku beriya demekê jî bi çend raporan eşkere bibû ku deîzm ango bê olî û ateîzm li Tirkiye zêde dibe, beşdariya #10YearChallenge ya keç û jinên ku serê xwe vedikin, nîqaşa kev ji nû ve anî rojevê. Li gorî beşek akademisyen û pisporên îlahiyatê jî ew şêweyek protestoyê ye li hemberî ol û baweriya ku dewlet ferz dike.
Nivîskar û Îlahiyatzan, Îhsan Elîaçik li ser mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Helbet ew hewleke protestkirinê ye. Ew dixwazin dengê xwe bidin gihandin. Ew ne tiştekî gelek baş e li hemberî oldariya derew û çewt. Oldariya niha ji hemû aliyên xwe ve dixile. Ên ku niha temsîla îslamê dikin tu eleqeya wan bi Îslamê nîn e. Helbet çîroka her yekê ji wan heye lê dijayetiya hemûyan li hemberî wê oldariya kirêt e.”
Ji ber ku li Tirkiye hikumeteke mutedeyîn serkar e û beşeke mezin ya civakê jî bi sedemên oldarî piştgiriya wê dikin, ew guherîna li meheleya oldaran balkêşiya xwe diparêze. Lê li gorî pisporan ew guherîna potest ne ji alî aldaran ve ne jî ji alî sekuleran ve baş nayê xwendin û nirxandin.